06:40 28 Gulan 2018
Qazî Mihemed

Di salvegera 70î de Qazî Muhammed û hevalên xwe tên bîranîn

© Foto: Public Domain
Tirkiye
Lînkê kurt
0 52

Serokkomarê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Pêşewa Qazî Muhemed û hevalên xwe ku di roja 31ê Adarê ya sala 1947an de li Qada Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatibûn darve kirin, 70 sal ji ser darvekirina wan derbas bûn. Qazî Mihemed û hevalên wî di salvegera 70an a darvekirina xwe de ji aliyê hin derdorên kurd ve tên bîranîn.

Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê jib o bîranîna Pêşewa Qazî Muhemed û hevalên wî rêzeprogramek lidar xistiye. Programa PAKê ya li Amedê roja 31ê Adarê li avahiya wan ya li ser rêya Gevranê pêk tê. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk û Nivîskar û Lêkolîner Seîd Veroj beşdarî konferansa derheqê Pêşewa de dibin. Program di saet 14-00an de dest pê dike.

LI ÊLIH, MÛŞ Û STENBOLÊ JÎ BERNAMEYÊN BÎRANÎNÊ HENE

Her wiha PAK li Êlihê jî programek lidar xistiye. Li Avahiya Êlihê ya PAKê semînerek derheqê jiyan, doz û serpêhatiyên Pêşewa Qazî Muhemmed de dê bê lidarxistin. Program di 19.00an de ye. PAKa Mûşê jî roja 1ê Avrêlê li avahiya partiya xwe semînerekê lidar dixe. Saeta vê bîranînê 13.00 e

BERNAMEYA LI STENBOLÊ ROJA 1Ê AVRÊLÊ YE

Bernameyek dî ya derbarê Qazî Muhemmed de roja 1ê Avrêlê li Stenbolê ye. Semînera li Stenbolê ya derbarê jiyan û doza Pêşewa di saet 17.00an de li avahiya PAKê ya Stenbolê pêk tê.

Bi heman mijarî:

PSK: Bila roja bidarvekirina Qazî Mihemed wek Roja Şehîdan bê pejirandin
Îranê wênegireke kurd ji ber parvekirina wêneyên Qazî Mihemed destser kir
Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed
Wesîyeta Pêşewayê kurd - Qazî Mihemed
Demîrtaş: ‘Em li pey şopa Mele Mistefa û Qazî Mihemed in'
Ji KCKê ji bo bîranîna Qazî Mihemmed daxuyanî
Etîketan:
Partiya Azadiya Kurdistanê, Saîd Veroj, Qazî Muhammed, Mustafa Ozçelik, Mûş, Êlih, Stenbol, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de