08:48 28 Gulan 2018
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen

Komeleya Mafên Mirovan û Baroya Amedê: Haya me ji gundên Licê û Hênê nîn e

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Abdûlselam Înceoren Sekreterê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê, derheqê rewşa dawî ya li gundên Licê û Hênê ku operasyonên leşkerî yên artêşa tirk li wir berdewam dibûn de got:"Hêj agahiyek asayî û aşkere ji gundiyan nehatiye stendin."

Înceoren diyar kir ji ber ku ketin û derketîna gundan qedexe yê heya niha kesek nikariye biçe wan gundan û encamên operasyonan berhev bike. Înceoren wiha got:"Ji ber ku ketin û derketîna gundan qedexe yê em nikarin bikevin nav wan gundan û bê çi li van deran diqewime em bizanibin."

Her wiha Înceoren diyar kir ku, ji aliyê wan kesên ku gundên operasyon lê hatine çêkirin ve hêj serîlêdanêk negihiştiye berdestê wan. Abdûlselam Înceoren da zanîn ji bilî daxuyaniya Walitiya Amedê hêj wan li gundên Licê û Hênê yê lêkolînek jî çênekirine. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî da zanîn ew dê heya dû rojên dinê biçin gundên derdora Licê û Hênê yê.

 

Bi heman mijarî:

Operasyonên Artêşa Tirk li Licê û Hênê bidawî bûn: 4 kes hatine desteserkirin
Li Hênê û Licê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Li Licê pevçûn: 3 endamên PKKê û 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan
Li 18 gundên Licê qedexeya derketina derve hat rakirin
Operasyonên Artêşa Tirkiyeyê li Licê berdewam dikin
Li Licê di sergirtina malan de gelek kes hatin desteserkirin
'Ji 18 gundên girêdayî Licê agahî nayê stendin'
Etîketan:
Komeleya Mafên Mirovan, Baroya Amedê, Ahmet Ozman, Licê, Hênê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de