14:55 26 Gulan 2018
DBP

‘Îdianameya KCKê bi belgeyên derewîn hat amadekirin’

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 61

Cîgira Hevseroka DBPê Fikriye Aytin têkildarî sizakirina endam û birêveberên DBP û HDPê yên di çarçoveya 'Doza Sereke ya KCKê' de siza li wan hatiye birîn de axivî û got: “Di îdianemeya FETO de derket holê ku îdîanemeya KCKê bi belgeyên derewîn hatiye amadekirin.”

Partiya Heremên Demokratîk (DBP) li Nivîsgeha Ragihandinê ya Navenda Giştî têkildarî sizakirina endam û birêveberên xwe yên di çarçoveya 'Doza Sereke ya KCKê siza li wan hatiye birîn de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Cîgira Hevseroka DBPê Fikriye Aytin axivî û bertek dan sizayên ku li siyasetmedarên kurd hatine birîn.

Aytin agirbesta PKKê di 13ê Nisana 2019an de ragihandibû û piştre jî "serkeftina mezin a di hilbijartina herêmî ya 27 Adarê" bi bîr anîn û wiha berdewam kir: "Di 14 yê Nîsana 2009an de bi navê KCKê operasyonê qirkirina siyasî dan destpêkirin û bi guhdarkirina telefona gelek siyasetmedar hatin girtin."

‘ÎDIANAME BI BELGEYÊN DEREWÎN HAT AMADEKIRIN'

Aytin îdia kir ku operasyon li ser îxbarekê hatiye destpêkirin û di doza FETOyê de derketiye holê ku bingeha wê ixbarê tune. Aytin wiha axivî: "Derket holê ku idîname ji hêla FETOyê ve hatiye amadekirin. Pişt re di du hilbijartina 7 Heziranê de xwestin ku darbeyekê li siyasetmedarên kurd û destkeftiyên tevgera kurd bixin. Li aliyekî bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtin dikirin li aliyekî di operasyonên qirkirinê li hemberî siyasetmedarên kurd dimeşandin. Di serî de li Hevserokên me Kamuran Yuksek û Sebahat Tuncel sizayên giran birîn û ew girtin. Di îdanemeya FETOyê de derket holê ku idianemya KCKê bi belgeyên derewîn hatiye amadekirin.

"DIVÊ HIKÛMET BI OCALAN RE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊÊ BIDE DESTPÊKIRIN

Dadgeh
© Sputnik / Maksim Bogodvid
Aytin diyar kir ku "divê hikûmeta Tirkiyeyê dev ji helwesta xwe ya li dijî siyasetmedarên kurd berde".

Herwiha Aytinê di axavtina xwe de wiha got: "Divê hikûmet dev ji bê hiqûqî û nenaskirina dadgeh û qanûnan berde. Pirsgirêka kurd bi zext û politikayên ewleyî çareser nabe û divê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêvajoya çareseriyê bide destpêkirin."

 

Bi heman mijarî:

'Rewşa gelek girtiyên dozên PKK, KCK û PAJKê giran in'
KCK: Ocalan xwest Barzanî bibe serokê Kongreya Netewî, lê wî ev da milekî
KCK: Pêwîste PDK xwe ji politîkayên dewleta tirk ên li ser Şengal, Rojava û Bakur vekişîne
KCK: 'Bila Rûsya û DYA alîkariya Tirkiyê nekin'
KCK: Ji reşnivîsa Rûsya jî diyar e ku bêyî kurdan çareserî nabe
KCK: 'Di rojeva gerila de derketina ji Şengalê nîne'
KCK: 'PKK ne hêzeke wisa ye ku bi gefan Şengalê vala bike'
KCK: Pêwîstî bi yekîtiyê heye, daxuyaniyên Barzanî bêkêr in
Etîketan:
FETO, DBP, PKK, KCK, Abdullah Ocalan, Fikriye Aytin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de