02:36 18 Çile 2018
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Kampanyaya diyariya strana ya di navbera Demirtaş û hezkiriyên wî de berfireh dibe

    © AFP 2018/ STRINGER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Ciwanan duh di çarçoveya kampanyeyek li ser malpera civakî gelek stran diyarî Demistaş kirin. Demirtaş jî piştevaniya kampanyayê kir û stranek bi navê ‘Dostê ku li hemberê xuya dike' diyarî ciwana kir. Stranbêjên navdar ên navdar ên wekî Xêro abbas û Turan Yapiştiran jî di nava kampanyayê de cih girtin.

    Navenda HDPê bo balê bikşînin ser rewşa girtî a Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş, duh li ser twiterê bi etîketa ‘Stranên me bo Demirtaş (#TürkülerimizDemirtaşa)' gelek stran diyarî Demirtaş kirin. Demirtaş jî piştgiriya kampanyaya ciwanan kir û wî jî stranek weşand. Demirtaş bi peyama ‘Stran ti caran derewan nakin. Ez ji we hemûyan hez dikim û silavan dikim.' Strana Erkan Ogur û Ismail Hakkı Demircioglu diyarî ciwan û alîgirên xwe kir.

    Desteka bo kampanyayê hêj berdewam dike û gelek hunermend, rojnamevan û ciwan li ser malperên xwe yên medya civakî îro du roj in hey stanan parve dikin.

    Stranbêjê kurd Xêro Abbas jî stranek bi navê 'Heps û Zindan' a Mihemed Şêxo diyarî Demirtaş kir.

    ​Herwiha karmendên kurd jî bi kilamekê piştevaniya xwe ya bo Demirtaş eşkere kirin.

    ​Kampanya hêj berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Doza Demirtaş ji Amedê bo Enqereyê hat veguhestin
    Wêneyê pêgermoka Demirtaş û Zeydan hat parvekirin
    Parlementerê CHPê Tanrikulu, çû serdana Demirtaş
    Parlamenterê berê Kaplan çû serdana Selahattin Demirtaş
    Etîketan:
    kampanyaya civakî, stran bo demirtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de