18:58 22 Çile 2018
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    Demirtaş û Tuncel bo rewşa Ocalan bê başkirin dest bi greva birçûbûnê dikin

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş tevli Parlementer Abdullah Zeydan û Parlementera DBPê Sabahat Tuncel li girtîgehê dest bi gireva birçûbûnê dikin.

    Demirtaş, Zeydan û Tuncel ên li Girtîgehên Tirkiyeyê destnîşan kirin ku wê li dijî kiryarên derhiqûqî ên li girtîgehan dest bi girêva birçûbûnê dikin.

    Daxuyaniya Demirtaş û Zeydan a li ser malpera HDPê hatiye weşandin wiha ye: "Helwesta Midûrê Girtîgeha Edirneyê ji diyalogê re girtî ye û kiryarên wî jî derhiqûqî ne."  Her wiha wî bo girtiyên din ên ku ev bi roja ne ku di gireva birçûbûnê de ne tu gavek erênî navêt. Ji ber vê ye kê, li hember van kiryaran em ê jî roja îniyê dest bi grevê bikin. Em bang li raya giştî dikin û dibêjin ku bila di mijara grevên birçîbûnê û binpêkirina mafan de hesas bin."

    Vê dawiyê Hevseroka DBPê Sabahat Tuncel û 3 siyasetmedarên kurd yên di girtîgehê de peyamek şand û dan zanîn ew jî dê tevli hevserokên HDPê dest bi greva birçîbûnê bikin. Sabahat Tuncelê peyama xwe ya bo vê grevê de got:" Ji bo tecrida li ser Abdullah Ocalan were rakirin, pêvajoya dialog û muzakereyan were destpêkirin û binpêkirinên mafên girtîyan yên di hepsan de bidawî bibin em dest bi greva birçîbûnê dikin."

    Nasrullah Kuran, Çetin Arkaş û Înan Kizilkaya jî kesên dest bi greva birçûbînê kirine ne.

    Bi heman mijarî:

    Doza Demirtaş ji Amedê bo Enqereyê hat veguhestin
    Wêneyê pêgermoka Demirtaş û Zeydan hat parvekirin
    Parlementerê CHPê Tanrikulu, çû serdana Demirtaş
    Parlamenterê berê Kaplan çû serdana Selahattin Demirtaş
    Etîketan:
    greva birçîbûnê, abdullah zeydan, Selahattin Demirtaş
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de