21:43 21 Çile 2018
Zindî
    Weşangerê Kurd Abdullah Keskîn

    Keskin: Du salên dawiyê, salên herî zehmet in ji bo weşangeriya kurdî

    © Foto: Abdullah Keskin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 112

    Abdullah Keskin diyar kir ku ji ber şerê li bajarên kurdan van her du salên dawiyê ji bo weşangeriya kurdî bûn salên herî zehmet û got, "Xof û tirsa li ser xelkê bandorê li weşangeriya kurdî dike." Wî behsa problemên weşangeriya kurdî jî kir û got ew hêj nebûye sektor û bêpîvan in û her wiha bal kişand ser têkiliya nivîskarên kurd û siyaseta kurdî.

    Çavkaniya wêje, dîrok, felsefe, huner, siyaset, civaknasî, perwerdehî û gelek mijarên din bi piranî pirtûk in lê pirtûk jî bi rêya weşangerî û weşanxaneyan dibin mêvanên me. Lê belê, rewşa weşangerî û weşanxaneya kurdî çawa ye? Problemên weşangerî û weşanxaneyên kurdî çi ne? Peywendiya weşanxane û nivîksarên kurd çawa ye? Weşanxaneyên kurdî ji kurdan re çi dibêje û divê kurd ji weşanxaneyên kurdî re çi bibêjin? Qedra nivîskarên kurd li cem siyaseta kurdan çi qas e? Me wekî Sputnik Kurdistanê ev pirs û hinek pirsên din ên taybet pirsîn, xwediyê Weşanxaneya Avestayê weşanger Abdullah Keskin jî bersiva me da.

    ‘VAN HER DU SALÊN DAWIYÊ, SALÊN HERÎ ZEHMET IN JI BO WEŞANGERIYA KURDÎ'

    "Rewşa îro piçekî cuda ye. Mixabin van du salên dawî ji ber şertên ku Kurdistan û kurdên bakurê Tirkiyeyê tê de ne, Avesta beriya 22 salan hatibû avakirin, bawerim van her du salên dawî, salên herî zehmet in. Li gelek cihan, li bajarên ku kurdî wekî zimanê jiyanê ye, van her du salên dawiyê şer hebû, teşqele hebû, gelek cih hatin girtin. ji aliyê din ve rewşa aborî ya xelkê gelekî lawaz bû. Kitêbxane û gelek tişt van du salên dawiyê hatin girtin. Van tiştan û li hinek cihan qedexekirina kurdî, rakirina navê kurdî, tu bixwazî jî nexwazî jî bandoreke psikolojik li ser xelkê, ku qet ne li wan bajaran e, çêdike. Mesela kitêbxaneyên bajarên bakurê Tirkiyeyê, yên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîrê, em baş dizanin li hinek cihan, an polîs tên an jî ji xwe re bêyî ku polîs jî werin, ew kitêbxane an ditirsin an naxwazin, yanê bi awayekî li gorî beriya 3-4 salan rewşa weşanên kurdî û tiştên li ser kurdan, dikarim bibêjim di nava 2 salên dawiyê de, nexasim di sala dawiyê de gelekî xerabtir bû."

    ‘XOF Û TIRSA LI SER XELKÊ BANDORÊ LI WEŞANGERIYA KURDÎ JÎ DIKE'

    Keskin da zanîn ku Hûn meseleya weşan û kitêb û xwendinê di şertên normal de tê kirin û ev tişt gotin, " Wexta ku kitêbek, berê me gelek tişt dibihîstin, dihatin serê xwendevanên me, mesela di kitêbxaneya wî de kitêbek kurdî an jî tiştekî li ser kurdî dîtibûna, ew xwendevan ji yûrdê davêtin, derheqê wî de lêpirsîn vedibûn. Ev çend salên dawî hema bibêjin, nemabûn. Pir kêm mabûn. Vêga hebin, nebin, kêm bin, zêde bin, nayê ferqkirin. A girîng ew e ku ew xof û tirs bi xelkê re çêdibe. Ev bandorê li ser weşangeriya kurdî jî çêdike."

    ‘DI NAVBERA BAŞÛR Û BAKUR DE DANÛSTANDINEKE KULTURÎ YA XURT TUNE YE'

    Keskînê weşanger derbirî ku rasterast eleqeya rewşa Herêma Kurdistanê û weşangeriya kurdî ya li Tirkiyeyê bi hev ve tune ye û wisa behsa sedemên vê mijarê kir, " Eleqeya rewşa me û başûr rasterast bi hev ve tune ye. Ji ber ku yek; problema mezin, di navbera başûr û bakur de danûstandineke kulturî ya xurt tune ye. Ya duduya; problema belkî ji wê mezintir, problema alfabeyê ye. Ew alfabeya erebî bi kar tînin, em ya latînî bi kar tînin. Ya sisiya, problema diyalektê ye. Li wir diyalekta serdest soranî û badinî ye. Di navbera badinî û kurmanciya me de jî heta tu bixwazî ferqên cidî hene. Ji bo wê, tevî me li çend cihan çend sal berê kitêbên xwe danîn, qasî em jê bi hêvî bûn, tiştek pêk nehat. Lê helbet başûr jî vir jî bi berê ve nayê miqayesekirin. Tişta ku ez li başûr dibînim hemû tişt bi wezaretan ve, bi partiyan ve girêdayî ne. Hikûmet an wezaret an jî dezgeheke hukmî ya fermî alîkarî nekiribe, zehmet bû kitêbek derbikeve. Di wê warî de sistemek çênekirin. Niha hêdî hêdî dibînim ku êdî weşanxaneyên serbixwe jî derdikevin. Li gorî berê rewş gelekî baştir e. Helbet 23 sal in, dîroka me ya dawiyê ya weşangeriya kurdî, her carê dibêje destpêkek e. Yanê, em dikin nakin nagihêjin merheleyekê. Ji bo başûr jî ev problem heye. Helbet problemên başûr ne wek yên me ne. Ji ber ku li wir ji derveyî kurdî zimanekî din serdest nebûye. Demên herî xerab de jî kurdî wekî ziman û kultur nehatiye qedexekirin. Wexta di navbera kurd û ereban de, di navbera Hewlêr û Bexdayê de şer jî hebû, li Bexdayê gelek caran, hin midûriyet û dezgeh hebûn, bi qasî wezaretekê çêya wan li ser edebiyata kurdî çêbûye. Berhem derdixistin, nexasim, berhemên tarixî û kulturî. Yanê ferqa wan ji hev pir cuda ye."

    ‘LI ROJAVA TU ÇAPXANEYÊN AKTÎF TUNE NE'

    Abdullah Keskin di derbarê weşangeriya li Rojava û kurdên li Îranê de jî ev tişt gotin: "Li Rojava bi qasî ku ez dizanim di salên 90î û wan de bi qaçaxî hin tişt derdiketin. An li Bêrûtê derdiketin an jî li Şamê derketana bi pereyekî pir biha didan çapxaneyê û ew mecbûr bûn li ser Bêrût binivisînin. Bi qasî ez dizanim di van salên dawiyê de jî, tu çapxaneyên wisa aktîf, ku karibin pirtûkan çap bikin li Kurdistana Sûriyeyê tune ne. Bêhtir ji vir û ji cihên din wan weşanxane ji wan re dişînin."

    ‘KURDÊN ÎRANÊ DI MESELEYÊN TARIXÎ Û KULTURÎ DE GELEKÎ AKTÎF IN'

    "Rojhilat ji ber ku 500 sal berê cuda bûye, hinekî bi serê xwe ye. Li wir helbet, fermiyeteke wan jî heye. Mesela, Eyaleta Kurdistanê heye. Li wir her tim dezgeheke kulturî ku hikûmet û wezaret alîkariyê dide wan hene. Ji derveyî wê jî înisiyatîfên sivîl hene, nivîskarên wan ên gelek baş hene, Enstîtuya Kurdî ya Tehranê heye. Ew di meseleyên tarixî û kulturî de gelekî aktîf in. Di van meseleyan de zêde problem tune ye. Tiştekî din, ez van demên dawiyê dibîhizim li Rojhilat, ji xeynî soranî, helbet diyalekta soranî serdest e, bi kurmanciya latînî jî weşan derdikevin."

    ‘PROBLEMA HERÎ MEZIN A WEŞANGERIYA KURDÎ, NEBÛYE SEKTOR'

    Abdullah Keskin di warê weşangeriya kurdî de li beramberî hemû tiştan problema herî mezin, ‘nebûna sektorê' bin av kir û wisa domand: "Problema herî mezin a weşangeriya kurdî, di warê zeifî û lawaziyê de ew e ku nebûye sektor. Ji destpêkê de tevî hemû probleman van demên dawî dîsa di dema xwe ya herî baş de ye lê ji aliyê din ve rê li ber gelek tiştên xerab jî tê vekirin. Mesela, ji destpêkê ve, ev 20 sal in, em bibêjin sala 1991an, weşangeriya kurdî di 91an dest pê kir, ji ber ku qedexe li ser kurdî di 91an de rabû, ji wê çaxê heta niha, di tarîxa kurdên li bakur û tirkiye û Ewropayê de ew qas weşanên kurmancî-latînî çap nebûne. Yên Ewropayê jî bihesibînin. Hejmareke zêde di van demên dawiyê de çap bûye. Lê gelek ji van kitêban, mixabin, wê demê bi ofsetê dihatin çapkirin. Pişt re teknolojiya kompîtorê derket. Hele bi înternet û medayaya civakî re weşangerî li aliyekî pir hêsan bû, li aliyekî jî pir zehmet bû. Vêga ez bi qasî dizanim gelek weşanxane bi rêkûpêk cih û navnîşaneke wan tune ye."

    Enstîtûya Kurdî
    © Foto: Facebook\Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê
    ‘DIVÊ PÎVANÊN WEŞANXANEYAN HEBIN'

    Keskin amaje bi wê yekê kir ku îro yek ji problemên weşangeriya kurdî jî bêpîvanbûna weşanxaneyan e û ev tişt anîn ziman: "Lê problemeke herî mezin jî ew e ku divê hinek pîvanên weşanxaneyan hebin. Bi qasî ku ez dibînim, weşanxaneyên kurdî yên herî mezin jî kitêban bi pereyên nivîskar çap dikin. Em bibêjin 200-300 kitêb tên çapkirin, nîvê van kitêban bi pereyên nivîskar tên çapkirin. Helbet ev li welatên din, li Ewropayê jî heye lê dîsa jî li wan deran him standartek heye him jî weşanxaneyên vî karî dikin pir hindik in. Ev ji bo weşangeriya kurdî probelmeke pir cidî ye, Yanê pereyên kê hebe, kî pereyan bide, ew dibe bibe nivîskar. Helbet ez nabêjim her tiştê bi pereyan tê çapkirin, ne baş in, xerab in lê pîvanê li holê nahêlin."

    ‘TEVGERA SIYASÎ YA KURD BI QASÎ SERÊ DERZIYÊ JÎ GIRÎNGIYÊ NADE NIVÎSA KURDÎ'

    Abdullah Keskin di axaftina xwe de parast ku partî û rêxistinên siyasî yên kurdan nivîskarên kurdan guhdar nakin û ji wan zêdetir guhên xwe didin nivîskarên Tirkan. Di derbarê mijarê de Keskin ev tişt gotin: "Dema partiyek, rêxistinek, komeleyek, derdorek bixwaze îmzeyekê, xwepêşandenekê, çi zanim, tiştek pêwîst be, tenê wê çaxê nivîskar tê bîra wan. Em baş dizanin ne di nav tevgera siyasî ya kurd de, ne di civaka kurd de bi qasî serê deriziyê girîngiyekê bi nivîsa kurdî nakin. Yên bi nivîsa kurdî nekin, bi edebiyata kurdî nekin, yanê qîmeta ku dide nivîskarê li tirkiyeyê herî tu kes tiştekî pê nake, nade hemû nivîskarên kurd. Tenê dema behsa nivîskarê, behsa ronakbîr dikin, yanê bizanibin ku dixwazin li wir tiştekî ‘siyasî' bikin, wê çaxê mihasebe dikin. Wekî din em nabînin. Ne di nava tevgera siyasî ya kurdî de, ne jî partiyeke kurdî an derûdoreke kurdî, ku em dizanin bi salan e, mehan e, bi sedan caran bi rojnamenûsên Tirkiyeyê re, bi nivîskarên wan re, yanê malê wan û her cihên wan dikin wekî hecê, we rojekê bihîstiye bi çend nivîskarên kurd re civiyane û gotine ka hele hûn çi difikirin. Hemû jiyana wan li ser vê civakê ye, bi ziman û kultur û mêjû û edet û bi tiştên vê civakê re mijûl dibin, ka hûn çi difikirin. Bi vê mantalîteyê ji xwe tevgera siyasî ya kurd, çi legal çi jî îlegal, li bakur û tirkiyeyê bi qasî serê derziyê, kultur û zimanê kurdî ji xwe re nekiriye derd. Tenê wekî wasiteyekê ji bo siyasete bi kar tîne. Yanê nêzîkbûna tevgerên siyasî yên kurdî yên bakur, bi giştî dibêjim, bi qasî nêzîkbûna dewletê bi problem e. Asîmilisyaona ku di nava civaka kurd de pêk anî û pêk tîne, ji ya dewletê ne kêmtir e. Çi statuya zimanê kurdî di nava tevgerên kurdî de heye ku ev tevger karibin bibêjin li vî welatî, li Tirkiyeyê, li Stenbolê, Enqere, Îzmîrê li Diyabekirê jê re statuyek çêbûye. Çi fermiyeta wî heye, çi meşrûiyeta wî heye, çi cidîyeta wî heye."

    ‘DI NAVA CIVAKA KURD DE AZADIYA FIKRÎ TUNE YE'

    Keskin bal kişand ser ku di nava civaka kurdî de problemeke din jî azadiya fikrî ye û wiha axivî: "Dibêjin bila her kes bipeyivin. Helbet divê nivîskar biepeyivin, dîtina xwe bibêje, ne wek siyasetvan li dij be. Lê şertê axaftinê yek azadiya fikrî ye. Dema ji te re dibêjin bipeyivin, dibêjin wekî min bipeyivin. Gava ku tu wekî wî napeyivî jî, te recim dike. Ev çi siyaset e. Mesela ez dikarim wekî filan siyasetê, filan tevgerê nefikirim. Mesûliyeteke min li hemberî serok û tevgerên kurdî tune. Mesûliyeta min li hemberî welatê min heye, li hemberî milet3e min heye, li hemberî ûjdanê min heye. Baş e. Tevgera kurdî, ew ên ku navê xwe dikin tevgera kurdî amade ne van fikran guhdar bikin?"

    ‘EM DÊ KITÊBA ÎBN'ÛL ESÎR A BERIYA 800 SALAN BI KURDÎ BIWEŞÎNIN'

    Abdûllah Keskîn di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji ber bûyerên li bajarên kurdan û şewitandina depoya weşanxaneya wan a li Amedê, wan ev nêzîkî 7-8 meh in karê weşanxaneyê dane sekinandin û her wiha di derbarê berhemên ji bo çapkirinê tên amadekriin de ev agahî dan: "Em niha him cihê xwe yê nû amade dikin, him jî piştî ku em derbasî wir bibin, em ê gelek berhemên nû biweşînin. Em niha çi qas ji me tê, hewil didin ku hinek tekstên girîng, çi edebî, çi lêkolîn, tarîx, bîranîn, bi zimanê kurdî çap bikin. Lîteratura li ser kurdan di zimanê kurdî de tune ye. Ev şermek e. Mesela ji bo wê ez dibêjim Îbn-î Esîr, kitêba wî ya ‘El-Kamîl fît-Tarîx' ku nêzîkî beriya 800 salan bi Erebî hatiye nivîsandin, ku ew bi xwe jî kurdê Cizîrê ye lê bi Erebî nivîsiye û tê de pir û pir agahî li ser kurdan hene. Me ew beşên wê yên li ser kurdan wekî 2 cîld berhev kirine û em ê wan bi kurdî çap bikin. Dîsa Helmut Von Moltke nêzîkî beriya 150-200 salan, yek tekstekê wî yê herî girîng ‘Nameyên Tirkiyeyê' ye. Ew ji bo nûkirina artêşa Osmaniyan wekî şêwirmend li hemberî kurdan beşdarî şer bûye. Ev tekstên wisa tekstên girîng ên kurdolojiyê ne. Dîsa yekem meala Kur'anê ya kurmancî, ku ez bawer dikim ku di kurmancî de yekem meala kurdî ye, ya Kamûran Bedirxan e û em ê wê jî îsal bi çapeke taybet û çapeke din derxînin. Wekî din jî, mesela ji edebiyata cîhanê hîn gelek tişt hene em ê çap bikin."

    Bi heman mijarî:

    Hejmara pirtûkên kurdî yên îsal hatine çapkirin
    Di sala 2016an de, rewşa bazara pirtûkên kurdî li Tirkiyeyê û bajarên kurdan
    10 pirtûkên herî navdar ên hatine qedexekirin
    Li Îranê bi zaravaya Hewramî du pirtûkên zarokan hatin çapkirin
    Ukraynayê pirtûkên dersa rûsî qedexe kirin
    Li Meclisa Tirkiyeyê hêj 64 pirtûkên ‘Gulen' hene
    Etîketan:
    Weşangerê Kurd, Abdullah Keskin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de