18:59 22 Çile 2018
Zindî
    Sewqiyata leşkerî - leşkerê tirk - Leşkerên tirkiyeyê

    Operasyonên Artêşa Tirk li Licê û Hênê bidawî bûn: 4 kes hatine desteserkirin

    © AP Photo/ Ibrahim Usta
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Operasyonên leşkerî yên Artêşa Tirk ku zêdetir li derdora navçeyên Lice, Hênê û gundên derdorên wê de ku ji aliyê niştecihên derdorê ve wek "Herêma Apê Mûsa" jî tê zanîn operasyonên xwe bidawî kirin.

    Walîtiya Amedê derheqê operasyonên ji roja yekşemê û vê de berdewam dikin de daxuyaniyek weşand û ragihand ku hêzên tirk, di van operasyonan de keleşkokek, şarjorek, 30 fîşek û 3 bombeyên destan bidest xistine. Her wiha wan dest daniye ser seyareyek pîkap ya şikbar jî.

    Li gorî daxuyaniya Walitiya Amedê di van operasyonan de li gundê Ecemîşê kesek hatiye desteserkirin. 3 kesên dî jî bi tawana "Beşdarî çalakiyên neyaseyî bûne" hatine desteserkirin. Walitaya Amedê navên kesên hatine desteserkirin ranegihand.

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Efûyê: Di operasyona Mûsilê de sivîl, nehatin parastin
    ‘Amerîka bi operasyona Reqqayê dixwaze Sûriyeyê parçe bike'
    Li Amedê operasyona bertîlxwarinê: 12 jê polîs 27 kes hatin binçavkirin
    'Di operasyona Mûsilê de nêzî 4 hezar sivîlan can da'
    Konaşenkov: Hemû pisporên leşkerî dizanin ku operasyona Reqqayê ‘geştekê ne hêsan e'
    Operasyona Mûsilê hat rawestandin
    Hinek dîmenên operasyona hevpar a HSDê û leşkerên hevpeymanê ya li Tebqayê derketin
    'Operasyona bajarê Reqqayê dê di nav çend rojan de dest pê bike'
    Etîketan:
    Walitiya Amedê, Hênê, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de