01:05 23 Çile 2018
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li Edeneyê li dijî DAIŞ û El Nûsrayê operasyon: 11 gumanbar hatin binçavkirin

    © AP Photo/ / Irfan Cemiloglu
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku li Edeneyê di operasyona hemdemî ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ û El Nûsrayê de 11 gumanbar hatin binçavkirin.

    Li gorî zanyariyên berdest, li Edeneyê di operasyona hemdemî ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ û El Nûsrayê de bi tohmeta ku ji bo rêxistinê endam û fînansman peyde dikirin 11 gumanbar hatin binçavkirin.

    Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî ya Edeneyê li ser agahiya ku ji bo rêxistina terorîst a DAIŞ û El Nûsrayê endam û finansman tê peyde kirin li 19 navnîşanan operasyonek li dar xist.

    Di operasyonan de yek jê zarok û biyanî jî di nav de 11 gumanbar hatin binçavkirin û lêgerîna 10 kesên gumanbar jî didome.

    Gumanbarên ku ji Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê ji kontrola tendirustî derbas bûn ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Ewlehî ya Bajêr.

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredarên Payîzavayê hatin binçavkirin
    Li Amedê operasyona bertîlxwarinê: 12 jê polîs 27 kes hatin binçavkirin
    Li 6 bajaran 29 kes hatin girtin û 11 kes jî hatin binçavkirin
    Li Wan û Çewlikê bi dehan kes hatin binçavkirin
    Li Kanadayê di nava du mehan de 444 penaberên meksîkî hatin binçavkirin
    Li 36 bajarên Tirkiyeyê operasyon: 740 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    EL Nûsra, DAIŞ, Tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî ya Edeneyê, Edene, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de