00:24 27 Gulan 2018
Afîşa Abdullah Ocalan

'Xwestin Ocalan bikujin û şerê navxweyî derxin'

© AP Photo / Burhan Ozbilici
Tirkiye
Lînkê kurt
0 12

Di doznameya lêpirsîna hewildana darbeya 15ê Tîrmehê ya li ser 2 generalên Tirkiyê yên li Fermandariya Hewayî ya Diyarbekirê kar dikirin de, hat gotin ku hatiye xwestin Serokê PKKê Abdullah Ocalan li girtîgeha girava Îmraliyê bikujin.

Li gor nûçeya rojnameya Akşamê, di doznameya ku hatiye amadekirin de hatiye destnîşankirin, dema hewildana darbeyê hatiye plankirin ku Abdullah Ocalan were kuştin û li Tirkiyê şerekî navxweyî were derxistin.

Di doznameyê de hat diyarkirin, pîlot Yavuz Istek gotiye, Mîralay Alî Durmuş ji ser xeta telefona leşkerî pêwendî pê re kiriye û jê re gotiye, ‘Dê operasyonek li ser lîderê PKKê were kirin, em dixwazin ji zanebûna te sûde bistînin.'

Bi heman mijarî:

Berdevkê opozîsyona Sûriyê: Di meha Gulanê de hevdîtinên Astanayê car din dest pê dikin
Yildirim: Li Kerkûkê hildana ala Kurdistanê dijî destûra Iraqê ye
Ji Rûsyayê rexneya DYAyê bo Mûsilê: Hûn qet şerm nakin?
Bi KHKyê 76 jê karmendên diyanetê 200 kes hatin îxrackirin
Strana ‘Bêjin Na' ku HDP bo xebatên referandûmê bikar tîne hat qedexekirin
Etîketan:
Ocalan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de