16:41 27 Gulan 2018
Binali Yildirim

Yildirim: Li Kerkûkê hildana ala Kurdistanê dijî destûra Iraqê ye

Sputnik
Tirkiye
Lînkê kurt
0 24

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di bernameyeke televizyonê de, li ser biryara bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê, dawîbûna operasyona Mertala Firatê li Sûriyê û piştgiriya Amerîkayê bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyanî dan.

Serokwezîrê Tirkiyê di bernamaya NTVyê de, bilindkirina ala Kurdistanê li dam û dezgehên fermî yên parêzgeha Kerkûkê wek biryareke yekalî nirxand û wiha got: "Du aliyên vê mijarê hene. Bajarekî di bin yekbûna Iraqê de ye. Lewma jî ya ku hatiye kirin fermaneke yekalî ye. Rêveberiya Herêmê bi awayekî yekalî got, ev der girêdayî rêveberiya min e. Ev li gor destûra Iraqê rewşeke fiîlî ye û dijî destûrê ye. Li gor me jî ev ne karekî rast e."

'MERTALA FIRATÊ BI DAWÎ BÛ'

Serokwezîrê Tirkiyê li ser operasyona Mertala Firatê ku artêşa Tirkiyê li ser erda Sûriyê dimeşand diyar kir, ‘Hereketa Mertala Firatê bidawî bûye, ji niha û şûnde heke pêdivî pê hebe, dê bi navekî din bê kirin' û wiha axivî: "Li El Babê her tişt di kontrolê de ye. Ji niha pê ve jî heger li dijî DAIŞê bi awayekî din gef li ewlekariya me çêbibe, heke em operasyoneke nû bikin, ev dê hereketeke nû be."

'JI BO OPERASYONA REQQAYÊ TIŞTEK JI ME RE NEHATIYE GOTIN'

Yildirim rexne li Amerîkayê girt ku piştgiriyê dide HSDê û got, ‘Ji bo operasyona Reqqayê hîn ji me re tiştek negotine. Gelo dê bi YPG, PYD yan jî HSDê re bikin yan jî bi Artêşa Azad û komên nêzî Tirkiyê re? Ji me re tiştek negotine. Lê pêşhatên niha nîşan didin ku di rêya rêveberiya berê ya Amerîkayê de diçin.'

YILDIRIM: AMERÎKA BI RÊXISTINA TERORÊ RE KAR DIKE

Serokwezîr Yildirim da xuyakirin ku ‘Li Amerîkayê nayê ku bi rêxistineke terorê re kar dike' û wiha pê de çû: "Lê jê girîngtir jî digel grubên PKKyî kar dikin. Lewma jî ev ji bo têkoşîna me ya dijî terorê dibe xeterî. Çekên Amerîkayê dikevin destê wan û ev çek jî mixabin dikevin destê PKKê û di çalakiyên terorê de têne bikaranîn."

Bi heman mijarî:

Fermandarê Amerîkî: Zehmet e li Mûsilê pêşiya windahiyên sivîl bê girtin
Ji Rûsyayê rexneya DYAyê bo Mûsilê: Hûn qet şerm nakin?
Şahê Erebîstanê ji Ebadî xwest pêwendiyan bihêz bikin
Bi KHKyê 76 jê karmendên diyanetê 200 kes hatin îxrackirin
Ji Rûsyayê bo Minbicê alîkariya mirovî û tibbî
‘Ji bo rizgarkirina Musilê rojên bi jimar mane’
Etîketan:
Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de