02:10 21 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk  - HSD- DAIŞ- Minbic

    Hejmara DAIŞîyên di girtîgehên Tirkiyê de hat eşkerekirin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2910

    Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihand, li tevahiya girtîgehên Tirkiyê 470 girtiyên DAIŞê yên doza wan didome û 28 jî yên hatine cezakirin hene.

    Wezaretê li ser pirsa Parlamentera CHPê ya Stenbolê Gamze Akkuş Ilgezdi hejmara girtiyên terorê yên biyanî li girtîgehên Tirkiyê eşkere kir.

    Li gor daneyên sala 2017an li tevahiya girtîgehên Tirkiyê 4 hezar û 704 girtiyên biyanî hene ku 16%ê wan ji tawanên terorê hatine girtin.

    Hejmara DAIŞiyan jî wek 498 kesên girtî hat eşkerekirin ku rêjeya wan 64%ê girtiyên biyanî ye. Ji wan girtiyên DAIŞê heta niha 28 kesan hikmê cezayê xwariye.

    Li gor wezaretê temenê hinek girtiyên DAIŞê di navbera 12-17 salan de ye û ji wan 65 kes di temenên 18-21 salan de ne. Bi ser temenê 21 saliyê de jî bi tevahî 413 DAIŞiyên girtî di girtîgehên Tirkiyê de ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Edenê êrîşa çekdarî: 5 kes mirin
    Barzanî bi şandeya kurdên Rûsyayê re civiya
    ‘5 zarokên êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûn’
    Ji bajarekî din ê Rûsyayê bo Tirkiyeyê seferên balafiran dest pê dikin
    Lavrov: Welatên Rojava ji felaketa Mûsilê re xwe kerr dikin
    Amerîka: ‘Di windahiyên sivîl ên li Mûsilê de muhtemele ku berpirsyariya me hebe'
    Muslim: Dibe ku li Reqqayê xweseriya demokratîk were avakirin
    Etîketan:
    DAIŞ, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de