02:19 24 Tebax 2017
Zindî
    Polês - bûyer

    Li Edenê êrîşa çekdarî: 5 kes mirin

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 15920

    Li navçeya Kozan a bajarê Edeneyê yê Tirkiyê hin kesan bi ser malekê de girtin û di encama êrîşa çekdarî de 5 kes ji malbatekê hatin kuştin.

    Li gor zanyariyan, êrîş li taxa Çomak a Kozanê ji aliyê hin kesên nasnameya wan diyar nebûye ve hatiye kirin.

    Di êrîşa ku sedema wê hîn diyar nebûye de; Huseyîn Dogan (43), kurê wî yê 8 salî Hakki, birayê wî Mehmet Dogan (38)û hevjînên wan Ayşe Ayranci û Fatma Yavuz ku bi mehra mela bûn, jiyana xwe ji dest dan.

    Bi agahdarkirina kesekî ji êrîşê rizgar bûye re Jandarma gihîştin cihê bûyerê û lêgerînên xwe didomîn.

    Hat zanîn ku her bira tevî zarokên xwe di dema êrîşê de li heman malê bûn.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî bi şandeya kurdên Rûsyayê re civiya
    ‘5 zarokên êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûn’
    Ji bajarekî din ê Rûsyayê bo Tirkiyeyê seferên balafiran dest pê dikin
    Lavrov: Welatên Rojava ji felaketa Mûsilê re xwe kerr dikin
    Amerîka: ‘Di windahiyên sivîl ên li Mûsilê de muhtemele ku berpirsyariya me hebe'
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de