01:26 20 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê

    ‘Tirkiye li Sûriyeyê bi Amerîkayê re dê li rêya lihevkirinê negere'

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5620

    Generalê teqewîd yê tirk Soner Polat ji televîzyona Russia Today (RT) re axivî û diyar kir ku li hev kirina Tirkiyeyê li Sûriyeyê bi Amerîkayê re ne hêsan e.

    Generalê teqewîd yê tirk Soner Polat eşkere kir ku Tirkiye di mijara pêşeroja Sûriyeyê de rêya li hev kirine bi Amerîkayê re negere û ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriya Sûriyeyê divê Enqere rasterast têkilî bi Şamê re deyne û têkiliyên ji nêz ve bi Moskowayê re deyne.

    Polat ji televîzyona Russia Today (RT) re axivî û got: "Tirkiye bo pêvajoya çareseriya Sûriyeyê divê rasterast têkilî bi hikûmeta Sûriyeyê re deyne. Aktorên herêmî wekê Îranê jî gelek girîngin. Ji aliyê din ve qet nebe Tirkiye pêwendiyên dostane di demên dawî de ku bi Rûsyayê re daniye vî mijarî analiz bike."

    Polat da zanîn ku Enqere divê rêyên dîplomatîk bo çareseriya Sûriyeyê bigere û wiha pê de çû: "Ez ne bawerim ku Tirkiye derbarê pêşeroja Sûriyeyê de bi Amerîkayê re li hev bike çinkî; Eger em li hedefên siyasî û leşkerî binêrin, hedefên cuda yên her du welatan hene. Em dizanin ku fikra ava kirina Herêmek Serbixwe ya kurdan yê Amerîkayê heye. Ji aliyê din ve em ne bawerin ku Amerîka bi yekîtiya axa Sûriyeyê re eleqeder bibe. Ji b ovan yekan li gorî nêrîna min li hev kirin abi Amerîkayê re gelek zehmet e."

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîka ji bo kêmkirina gengeşiya navbera Tirkiye û Yûnanistanê kete dewreyê'
    Sûriye: Tirkiye û Amerîka jî tê de, em ê li dijî destwerdanên leşkerî derkevin
    Îdia: Dê Amerîka, Rûsya û Tirkiye operasyona hevpar bikin
    "Amerîka û Tirkiye li ser mijara Minbicê li hev kirin"
    Tirkiye Amerîka û Fransa bo DAIŞê hevdîtin pêk tînin
    Lavrov: "Rûsya, Tirkiye, Amerîka û Siûdî roja şemiyê ji bo Sûriyeyê dicivin"
    Etîketan:
    li hev kirin, pêşveçûn, pêşeroj, Televîzyona Russia Today (RT), Soner Polat
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de