12:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Dîrokzanê Tirk Belge: Daxwaza kurdan a avakirina dewletê ne 'tabû' ye

    AFP 2016 Fabrice Coffrini
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4011

    Nivîskar û Dîrokzanê Tirk Murat Belge di nivîsa xwe ya îro behsa pirsgirêka Kurdan û polîtîkayên dewleta Tirk a li hemberî vê pirsgirgirêkê kir. Belge got, “Ji xeynî Tirkiye, Îran, Iraq (û Sûriyeyê), daxwaza kurdan a avakirina dewletê li cîhanê ne ‘tabûyek’ e. Divê Tirkiyeyê bi gelê kurd re siyaseta dostanî û tifaqeke demdirêj bimeşanda.”

    Nivîskar û Dîrokzanê Tirk Murat Belge di nivîsa xwe ya îro ya li ser T24ê de behsa pirsgirêka Kurdan û polîtîkayên dewleta Tirk a li hemberî vê pirsgirgirêkê kir û got, "Ji destpêka sedsala 19emîn heta îro Tirkiye xwediyê ‘pirgirêkeke kurdan' e. Lê ‘pirsgirêka kurdan', ‘pirsgirêkeke Rojhilata Navîn'. Ji ber wê yekê pirsgirêkeke navdewletî ye."

    Belge di nivîsa xwe de derbirî ku kurd, wekî ‘gelê herî qelebalix ê bê dewlet' tê nasîn û ev tişt gotin, "Bi hesabekî bîst, sî milyon kurd dijîn. Li herêma ku ew lê dijîn, tu kes naxwazin ew dewletekê ava bikin. Ji xeynî Tirkiye, Îran, Iraq (û Sûriyeyê), daxwaza kurdan a avakirina dewletê li cîhanê ne ‘tabûyek' e. Tu kes Divê Tirkiyeyê bi gelê kurd re siyaseta dostanî û tifaqeke demdirêj bimeşanda."

    Dîrokzanê Tirk her wiha da zanîn ku ji ber ku kurd ne xwediyê 'intelligentsia'yekê bûn, piştî hilweşîna Osmaniyan tu bandoreke wan jî çênebû û got, "Kurd, li her cihê erdnîgariyeke siyasî ya ku ji aliyê Ereb, Faris û Tirkan ve hat parvekirin, jiyana xwe wek kêmaran berdewam kirin."

    Bi heman mijarî:

    Dîroknasê tirk: Fermîbûna zimanê kurdî ya li Kerkûkê hewlek ya belengaziyê ye
    Şanogerên kurd di Roja Şanoya Cîhanê de: Şano hêvî ye em ê mezin bikin
    Derhênerekî kurd ê Îranê beşdarî Festîvala Kurtefîlman a li Kanadayê dibe
    Li Îranê jineke kurd a girtî ji ber îşkenceyê nameyek ji Hamaneyî re şand
    Etîketan:
    daxwaza dewletê, kurd, Nivîskar û Dîrokzanê Tirk, Murat Belge, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de