02:22 24 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Tirkiye: Hilgirtana ala Kurdistanê a li Kerkûkê li dijî makeqanûnê ye

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6815

    Wezareta Karên Derve ê Tirkiyeyê bertek da hilgirtina ala Kurdistanê a hemû saziyên fermî ên li Kerkûkê û diyar kir ku ev kiryar li dijî makeqanûnên Iraqê ne.

    Wezaretê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek da hilgirtina ala Kurdistanê û hilgirtina ala Kurdistanê li saziyên Kerkûkê wekî li dijî makeqanûna Iraqê nirxand. Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku: "Biryar ne biryareke rast e, em ji vê biryarê bi endîşe ne."

    ‘LI DIJÎ STATÛYA BI ÎXTILAF A KERKÛKÊ YE'

    Wezaretê di dewama daxuyaniyê de got: "Em biryara di encama dengdayîna ku îro li Meclisa Parêzgeha Kerkûkê, a derbarê hilgirtina Herêma Kurdistanê li gel a ala Iraqê a li hemû saziyên fermî li Kerkûkê rast nabînin û em ji vê biryarê bi endîşe ne. Em biryara ku di encama dengdayîna ku ji aliyê tirmen û ereban ve hatibû boykotkirin, li dijî statuya bi îxtilaf a Kerkûkê û makeqanûna Iraqê dinirxînin."

    ‘WÊ ZERARÊ BIDE DILSOZIYA PÊVAJOYA MAKEQANÛNÎ'

    Di dewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ev biryara ku yekalî hatiye avêtin wê zirarê bide  Kerkûka ku hebûna hevpar a welatiyên Iraqê. Herwiha wê zirar bigijîne pêvajiya diyalog û dilzosiya makeqanûniyê.

    Bi heman mijarî:

    Kurdan li ser medyaya civakî biryara Ala Kurdistanê pîroz kir
    Meclîsa Kerkûkê biryara hilgirtina Ala Kurdistanê pesend kir
    Ji Iraqê li ser biryara hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî
    Etîketan:
    ala kurdistan, wezareta karên derve yê tirkiyeyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de