21:33 19 Tebax 2017
Zindî
    KCK - Kamuran Yuksek

    Rûniştina doza KCKê ya sereke bi dawî bû: Li 107 kesan ceza hat birîn

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 22507

    Di doza sereke a KCKê de Hevserokê BDPê Kamuran Yuksek parlamneterê berê Hatip Dicle, Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî di nav de li 107 kesan ceza hat birîn.

    Doza sereke a KCKê ku di nav de parlementer, hevşaredar, endamên meclisê, siyasetêmedar, parastvanên mafê mirovan, rojnamevan û rewşenbîr hene 154 bersûc dihatin darizandin doh li Dadgeha Cezaya Giran a 2emîn a Amedê, dest pê kiribû.

    Dadgehê li gelek bersûcên ku dihatin darizandin ceza birî

    Kesên ceza li wan hatin birîn wiha ne:

    Ji Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, Parlamanterê berê yê HDPê yê bajarê Wanê Kemal Aktaş, Bayram Altun, Mehmet Taş, Serdar Kizilkaya, Huseyin Yilmaz, Salih Akdogan, Turan Genç, Çimen Işik, Zuhre Bozacı, Mehmet Selim, Bayram Altun, Herdem Kizilkaya, Lutfu Dag, Ahmet Birsin re bi hinceta "Rêveberiya rexistinê" kirine ji her yekî re 21 sal ceza hat birîn. Ercan Akyol 18 sal, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê yê girtî Firat Anli re 6 sal û 3 meh. Parlamanterê HDP yê berê Demir Çelik re jî 6 sal û 3 meh ceza hatin birîn.

    Herwiha ji Hevşaredarê berê yê bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk re jî 1 sal û 3 meh Hatip Diclere jî 9 sal ceza hat birîn. 47 kes jî beraet kirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji KCKê daxuyaniya Xerabê Bava
    KCKê ji bo referandûma li Tirkiyê daxuyaniyek da
    KCKê ji bo salvegera damezirandina Komara Kurdistanê daxuyanî da
    KCKê rexne li HDPê û DBPê kir
    KCKê banga seferberî û berxwedanê kir
    Etîketan:
    sereke, birîn, doz, ceza, KCK, Kamuran Yuksek, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de