11:01 20 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: ‘Min Komkujiya Dêrsimê şermezar kir, lê Kiliçdaroglu nekir'

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    14350

    Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan îro beşdarî merasîma vekirina îstasyona metro a li Stenbolê bû û li wê derê derbarê rojevê de hin axaftin kir. Erdogan got: "Mim komkujiya Dêrsimê şermezar kir lê wî (Kiliçdaroglu) nekir. Ew nikare bike lewra wê şermezarkirina wî bigihêji hin deran."

    Erdogan di vekirina metroyê de derbarê xebatên ku  di dema hikumeta wî de hatine kirin kir û piştre behsa serdana xwe ya konê  ku bo berhevkirina dengên ‘Na' ku ji aliyê CHPê hatiye vekirin kir.

    Erdogan dibêje min ji kesên ku li nava kon rûniştibûn de pirs kiriye û gotiye: "Hûn bo çi dibêjin na? Wan bersiva 'Em Tirkiyeyeke demokratîk û hemdem dixwazin.' Yanî niha Tirkiyeke hemdem nîne. Min jî dîsa ji wan pirsî ‘Ma çiy ê me kêm e?'

    Erdogan di dewama axaftina xwe de amaje kir ku di nava kon de jê re gotiye: "Hûn Elewî û Sûniyan ji hev cuda dikin."

    ‘MIN KOMKUJIYA DÊRSIMÊ ŞERMEZAR KIR'

    Li ser vê peyvê Erdogan jî bersiveke wiha daye: "Me ti kesan ji hev cuda nekir. Kilicdaroglu bixwe Elewî ye û îro li serê partiyeke siyasî ye. Ka çi yê wî kêm e? Min Komkujiya Dêrsimê şermezar kir lê wî vê yekê nekir. Lewra wê şermezarkirina wî bigihêje dereke."

    Bi heman mijarî:

    Ji parlamentera alman bo Erdogan: Terorîstek vê dibêje
    Erdogan: Em ê bi ser Minbicê ve herin
    Îran: Peyvên Erdogan nayên qebûlkirin
    Erdogan û Wezîrê Karê Derve yê Brîtanyayê civîyan
    Etîketan:
    komkujiya dêrsimê, şermezarkirin, tayîp erdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de