20:29 17 Tebax 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Doza îstîsmara cinsî a li Amedê, carek din hate taloq bû

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1120

    Rûniştina doza îstîsmara cinsî li Dadgeha Cezaya Giran a 2emîn a Amedê hate dîtin.

    Li navçeya Kulp a Amedê li ser giliyê zarokekî ku di navbera 13ê Hazîrana 2014an û 21ê Adara 2015an bi awayekî sîstematîk, rastî destdirêjiya 86 mêran hatibû, doz hatibû vekirin. Rûniştina duyemîn a dozê li Dadgeha Giran a 2emîn a Amedê hate dîtin.

    Di doza ku 10 kes bi awayekî girtî tên darizandin de, malbata zarokê mexdur, parêzgerên wî/wê û Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Amedê jî di rûniştina dozê de amade bûn.

    Rûniştin ji çapemeniyê re girtî hate kirin û piştî ku îfadeya gumanbaran hatin girtin doz taloqî 23ê Gulanê bû.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim derheqê îstîsmara cinsî de daxuyani da: "Ev ne rast e"
    Mamosteyê îstîsmara zayendî pêk anît hate girtin
    Etîketan:
    îstîsmar, zarok, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de