02:10 21 Tebax 2017
Zindî
    girtîgeh-heps

    Girtiyê nexweş, di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da

    © Foto: Pixabay
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3812

    Girtiyê bi navê Mehmet Yildizbakan (65) ê ku bi awayekî giran nexweş bû duh hate veşartin.

    Girtiyê nexweş Yildizbakan ê li Girtîgeha Tîpa M ya Îskenderunê, roja ku wê bihata tehliyekirin jiyana xwe ji dest da. Yildizbakan duh li Goristana Dortyolê hate veşartin.

    Li gorî agahiyên li ser Evrenselê li gel ku rewşa tenduristiya Yildizbakan dîsa jî ew nedihat tehliyekirin.

    ‘EV CÎNAYET E'

    Serokê Şaxa Iskenderunê a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  Coşkun Selçuk, diyar kir ku li girtîgehan zêdetirî 900î nexweş hene ku rewşa 300î ji wan gelek giran e.

    Selçuk amaje kir ku ev tiştên li hember girtiyên nxweş tên kirin bi awayekî eşkere cinayet e.

    Bi heman mijarî:

    Li Îranê jineke kurd a girtî ji ber îşkenceyê nameyek ji Hamaneyî re şand
    Hejmara hevşaredarên girtî yên DBPyî gihişt 83an
    Ji Parlamentoyê ji bo HDPyiyên girtî gava pêşîn: Wê komisyon were avakirin
    Îranê di nav salekê de 530 girtî bi darve kirin
    Li navçeya Samsat a Semsûrê dibistan du rojan girtî ne
    Etîketan:
    girtiyên nexweş, binaxkirin, hatay
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de