18:34 20 Tebax 2017
Zindî
    Girtîgeh / Zindan

    'Rewşa gelek girtiyên dozên PKK, KCK û PAJKê giran in'

    © Sputnik/ Ivan Rudnev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4012

    Gelek girtiyên li Tirkiyeyê ku ji dozên KCKê PKKê û PAJKê di girtîgehên wek; Şakran, Menemen, Edirne û Wanê de ne, ji bo daxwaziyên wan bên bicihanîn ev demek dirêj e di gireva birçîbûnê de ne. Înîsîyatîfa Pişgrîkarên bi Hepsiyan re daxuyaniyek derheqê rewşa girtiyan de weşand û da zanîn rewşa gelek girtiyên di hepsan de giranin.

    Girtiyên siyasî yên li Girtîgehên wek Şakran, Menemen yên li bajarê Izmîrê, her wiha girtiyên di girtîgeha Sîncan a li Enqereyê, girtiyên di girtîgeha Edirne û Wanê de bi armanca kirin û pêkanînên di hepsan de û rewşa Lîderê PKKê Abdullah Ocalan bê sererastkirin ji 15ê Sibatê û vê de çalakiyek ya gireva birçûbûnê heye.

    ÇALAKIYA GIRTIYAN DI ROJA 42 DE YE

    Insiyatîfa Piştgirîkarên bi Hepsiyan re raporek derheqê vê mijarê de weşand û da zanîn di girtiyên li girtîgeha Şakranê ya Aliagayê ev 42 rojin gireva birçibûnê de ne. Her wiha Inisiyatîfê ragihand ku hepsiyên di van hepsan de rewşa wan ya tendûstriyê ber bi xerabiyê ve diçe. Di girtîgeha Sîncanê de jî 7 girtiyên jin, roja 23ê Sibatê dest bi girevê kiribûn û ev 33 rojin gireva wan berdewam dike.

    ‘REWŞA TENDURISTIYÊ YÊ GIRTIYAN GIRAN IN'

    Înîsîyatîfê daxuyand ku di Girtîgeha Tîpa T ya Menemenê 4 girtiyan di 7ê Adarê de dest bi grevê birçîbûnê ya bê dorveger kiribûn û di di raporê de bibîr xist ku girêva girtiyên di vê hepse de jî di roja 32an de ye. Her, rewşa tendûristiya girtiyên binavê Alî Kurt, Samî Geylanî, Enver Baysal, Ramazan Kizildag, Zerdeşt Oduncu û Mazlum Bataray giran in.

    ‘DIVÊ RAIYA GIŞTÎ BO REWŞA ME BALDAR BE'

    Li ser navê girtiyên PAJK û PKKê girtiyê binavê Denîz Kaya daxuyaniyek nivîskî weşand û xwest ku raya giştî ji bo çalakiya wan baldar be. Kaya da zanîn ku divê zext, îşkence û îxlalên bi ser girtîyan de bêne dîtin. Ji ber ve yêke ji xwest sazîyên sîvîl, partiya opozisyonê ya Tirkiyêyê CHP û parlementerên ku derbarê mafên mirovan de dixebitin divê baldarên vê mijarê bin.

    Bi heman mijarî:

    Girtiyên PKK û PAJKê dikevin greva birçîbûnê
    Îdareya Girtîgehên Îsraîl û girtiyên filistînî li hev kirin
    5 girtiyên jin hatin sirgunkirin
    Herêma Kurdistanê 10 girtiyên Îranî radestê Îranê kirin
    50 girtiyên girtîgeha Erzîromê hatin sirgûnkirin
    'Li Tirkiyê di salekê de 47 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan‘
    Îran dê 3 girtiyên kurd bi darve bike
    Îranê du girtiyên kurd îdam kirin
    Almanyayê ji Îranê xwest ku girtiyên siyasî berde
    Etîketan:
    İnisiyatifa Piştgriya bi Hepsiyan re, Abdullah Ocalan, îzmir, Menemen, Şakran, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de