20:26 17 Tebax 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li Riha û Dîlokê 31 kes hatin girtin

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2401

    Di çarçoveya operasyonên leşkerî ên hêzên tirk de li Rihayê 22 û li Dîlokê 9 kes hatin girtin.

    Di 18ê Adarê de di encama biserdegirtina malan de, 60 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî û heqaret li serokomar kirine hatibûn binçavkirin. Ji wan 60 kesan 22 ji wan îro derketin pêşberê dadgehê û bi heman sedeman hatin girtin.

    Li Dîlokê jî di 18 Adarê de 22 kes hatibûn binçavkirin. 22 kes ku di nav wan de Hevseroka Bajêr ê HDPê Guler Erat jî hebû bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kirine' û ‘endamên rêxistinê ne' îfade dane. 22 kes bi daxwaza ku werin girtin şandin girtîgehê û 9 ji wan hatin girtin ku xwendevanên zanîngehê bûn. Kesên mayî jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê operasyona bertîlxwarinê: 12 jê polîs 27 kes hatin binçavkirin
    Li 6 bajaran 29 kes hatin girtin û 11 kes jî hatin binçavkirin
    Li Wan û Çewlikê bi dehan kes hatin binçavkirin
    Li 17 bajaran operasyona FETO: Gelek kes hatin binçavkirin
    Li Kanadayê di nava du mehan de 444 penaberên meksîkî hatin binçavkirin
    Etîketan:
    binçavkirin, girtin, dîlok, riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de