02:12 21 Tebax 2017
Zindî
    Şûna avahiya derhênerê kurd Yilmaz Gûney

    Dîmenên ji sînemaya Yilmaz Gûneyî ya li Êlihê mane

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2321

    Sînemaya Êlihê ya li ser navê derhênerê navdarê kurd Yilmaz Guneyî rojên borî ji ber sedemên ne diyar şewat tê de derketibû. Sînema piştî vê şewatê bi demekê, niha bi temamî hatiye rûxandin.

    Ekrana sînemayê - sînema
    © AFP 2017/ MOHAMMED ABED
    Avahiya sînemaya Yilmaz Gûneyî ne tenê cihê nîşandayîna sînemayê bû, di heman demî de cihê komcivîn, konferans û pêşendanên hunerî bû jî. Tevli rûxandina sînemaya Yilmaz Guneyî li bajarê Êlihê wendayiyek mezin ya di warê huner û berhemên kurdan de çêbû. Dîmenên ji sînemaya ku ji bo dîroka hunerê ya kurdan man e xwedî cihek taybet e ji dîroka hunera kurdan re.

    Avahiya Sînemaya Yilmaz Guneyî ya li ser cada Diyarbekirê, li taxa Bahçelîevlerê bû demek berê ji ber sedemeke ne diyar agir lê derketibû û ji wê demê de sînema hew dihate bikaranîn. Sînemaya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê di sala 2006an de hatibû avakirin, niha bi temamiye hate rûxandin.

    Bermayiyên ji avahiya li ser navê derhênerê kurd Yilmaz Guney
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Bermayiyên ji avahiya li ser navê derhênerê kurd Yilmaz Guney

    Bi heman mijarî:

    Sînemaya Yilmaz Guney hat rûxadin
    Li Êlihê agir bi Sînemaya Yilmaz Guney ket
    Etîketan:
    Sînemaya Yilmaz Guney, Yilmaz Guney, Diyarbekir, Êlih
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de