22:21 17 Tebax 2017
Zindî
    MHP

    Rêxistina MHPê bi giştî îstîfa kir

    © AFP 2017/ OZAN KOSE
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4731

    Serokê MHPê yê Şaxa Çeşmeyê Volkan Evci ji wezîfeya xwe îstîfa kir. Piştî Evci hemû endamên lijneya rêvebir a navçeyê ji wezîfeya xwe îstîfa kirin.

    Serokê MHPê yê Şaxa Çeşmeya Muglayê Volkan Evciyê ku tevlî mitînga Meral Akşenera ku ji MHPê hatibû îxraçkirinê bû di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku li ser pêwistiyê ji 27ê Adarê pê ve ji wezîfeya xwe ya serokatiya navçeyê îstîfa kiriye.

    Bolkan Evci di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Ji bo rêvebiriya nû serkeftinê dixwazim. Hetanî îro li Çeşmeyê di çarçoveya bi rêz û xweşî de me siyaset kir. Me heqaret li nirxên tu kesî nekir û me xwedî li nirxên xwe kir."

    Evci di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "Ji sala 2012an ve li Çeşmeyê serokatiya partiya MHPê dikim. spasiya hemû hevalên xwe dikim. Bizanibin ku her dawî destpêkeke nû ye. Ji bo ku ez tevlî mitînga Meral Akşener a Îzmîrê bûm rêvebiriya giştî îstîfaya min xwest."

    Bi heman mijarî:

    Belçîkayê civîna MHPê betal kir
    Serokê MHPê bo AK Partiyê: Yan me yan Barzanî tercîh bikin
    Kiliçdaroglu: "Di nava AKP û MHPê de fîreyêk cidî heye"
    Altan Tan: "Binçavkirin ji bo erêkirina dengdêrên MHPê tê kirin"
    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    MHPê ji bo belavoka Moskowê daxuyanî da: YPG û PYD ji bo çi tune ne?
    Etîketan:
    Serokê MHPê yê Şaxa Çeşmeya Muglayê, Volkan Evci, Mugla, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de