20:02 23 Gulan 2018
    Penaber

    Di nava hefteyekê de 500 koçber di deryayê de hatin girtin

    © REUTERS / Mohamed Abd El Ghany
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 21

    Li gorî zanyariyên berdest, di nava hefteyekê de 500 koçber li Deryaya Spî û li Deryaya Egeyê ji terefên hêzên ewlehî yên qeraxê ve hatin desteserkirin.

    Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji terefê Fermandariya Hêzên Ewlehî yên Qeraxê ve di navbera 17 û 24ê Adarê li Deryaya Spî û li Deryaya Egeyê di 14 bûyeran de 500 koçber, 4 qaçaxvanê koçberan hatin desteserkirin û 11 cesed hatin dîtin.

    Li gorî daxuyaniya wezaretê di hefteya navborî de bi tevahî 203 koçber jî bi saxîtî ji deryayê hatine deranîn.

    Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniyê operasyon ji terefê hêzên hewayî yên ewlehiya qeraxê û tîmên cendirme û midûriyeta ewlehiyê ve li Çeşme, Ayvacik, Dikili, Edremit, Fethiye û Kuşadasi hat lidarxistin û di van operasyonan de 346 koçber û 18 qaçaxvanên koçberan hatin desteserkirin. Herwiha di encama lêgerîn û lêkolînên hêzên ewlehî yên qeraxê de jî 203 koçber bi saxîtî ji deryayê hatin deranîn.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê tirk: Em mehê 15 hezar penaber bişînin Ewropa bila şaş bibin
    Li Konyayê xaniyê malbateke penaber a Sûrî hilweşiya
    Li qeraxên Îtalyayê di 3 rojan de 2 hezar û 700 penaber hatin rizgarkirin
    Serokê Macaristané: "Nabe ku penaber bi serbestî bigerin"
    ASUDA:'Li Dihokê herî zêde jinên penaber rastî tundiyê tên'
    NY: "Biryara Trump wê bandorê li 20 hezar penaber bike"
    Etîketan:
    500 penaber hatin desteserkirin, Fermandariya Hêzên Ewlehî yên Qeraxê, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê, Deryaya Egeyê, Deryaya spî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de