13:53 20 Hezîran 2018
Ala Tirkiye û Rûsyayê

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, bangî maslahatguzarê rûs kir

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Duh li Hatayê leşkere ji ber guleya ku ji herêma di bin kontrola PYDê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, gazî maslahatguzerê rûs ê li Enqereyê kir û aciziya Tirkiyeyê eşkere kir.

Wezareta Karên Derve ragihand ku, wan gazî maslahatguzarê rûs ê Enqereyê kirine û aciziya Tirkiyeyê anîne ziman.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ger dîsa rewşek wiha biqewime dê Tirkiye bi awayekî tund bersivan bide.

‘JI BO GIRTINA OFÎSA PYDÊ EM JI RÛSYAYÊ HÊVIYA GAVEKÊ NE'

Berdevkê Wezaretê Karên Derve Huseyin Muftuoglu diyar kir ku wan ‘nirxandinên xwe yên derbarê hebûna leşkerên rûs ên li Erfînê ji maslahatguzarê rûs re careke din eşkere kirine' û li ser îdiayên ku leşkerên rûs di çalakiya pîrozbahiya Newroza li Helebê de flamayên YPGê bi kar anîne de jî got: "Ew ne wêneyên xweş bûn. Em hêvî dikin ku di mijara xesasiyetên me yên derbarê YPGê/PYDê baldar bin."

Muftuoglu amaje dike ku: "Em di mijara girtina ofîsa PYDê a li Rûsyayê jî ji Rûsyayê li benda gavekê ne."

‘EM Ê HELWESTA XWE YA MINBICÊ NEGUHERÎNIN'

Muftuoglu liser mijara Minbicê jî axivî û got: "Şiroveyek wekî ‘ Enqere rewşa li Minbicê qebûl kiriye' ne rast e. Me ji wan re eşkere kir ku û got weke prensîb em dixwazin Minbic ji YPGê bê paqijkirin. Helwesta me ev e û ji bo guherîna helwestê jî em ti sedemî nabînin."

Duh hate ragihandin ku li Fermandariya Qereqola Hidûdê a Bukulmez a Reyhanli a Hatayê leşkerek tirk  dema ku nobet digirt ji ber guleyek ku ji herêma di bin kontorla PYDê hat, jiyana xwe ji dest da.

Herwiha Berdevkê YPGê rêdûr Xelîl roja sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku Rûsuya wê li Efrînê baregeheke leşkerî ava bike ku wan roja yekşema borî li ser vê mijarê li hev kirine.

Lê piştî daxuyaniya Xelîl, Wezareta Karên Derve ê Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û tê de got ew plan nakin ku li Sûriyeyê baregehekê ava bikin lê wê Şaxek Navenda Çavdêriya Agirbesta Sûriyeyê vekin.

Bi heman mijarî:

Foreign Policy: Hevkariya DYAyê û YPGê, dê bibe sedema wendakirina Tirkiyeyê
Cenazeyên 5 şervanên YPGê li axê hatin sipartin
Wezareta Derve ya Amerîkayê: "Di navbera PKK û YPGê de girêdanî tuneye"
‘Heke operasyona Reqqayê bi YPGê re pêk were dê bedeleke vê ji bo Amerîkayê hebe'
Selvi: "Amerîka operasyona Reqqayê wê bi YPGê re bike"
Etîketan:
maslahatguzarê rûs, enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de