22:29 24 Îlon 2017
Zindî
    Jiyana nîvco ya li Slopiyê İlyas Akengin

    Fotoyê 'Azadiya nîvco ya li Silopiyê' xelata fotoyê herî serkeftî wergirt

    © AFP 2017/ Ilyas Akengin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 218101

    Rojnamevanê kurd Ilyas Akengîn ku berpirsê rojnameya Tigris a li Amedê weşanê dike ye, bi fotoyekî ku li Silopiyê kişandiye şayanî xelata "Medyaya Herêmî ya sala 2016an" hat dîtin.

    Fotoyê Ilyas Akengîn ji nav 600 fotoyên rojnamevanên heremî hate hilbijartin. Akengîn berê objektîfa xwe daye jineke ku piştî pevçûnên li Silopiyê yên di navbera xwepêşanderên herêmê û hêzên ewlehiyê yên tirk de ku hersê zarokên wê li ser milê wê ne û dergûşek jî li ber wan wisa bêçare sekinî ne.

    Fotoyê ku Akengîn kişandiye bi çavê rojnamevanekî kurd hatiye kişandin. Rojnamevan berê objektîfa xwe daye azara jineke bêçare ya kurd.

    JI NAV 600 WÊNEYÊN BIJARTE HAT HILBIJARTIN

    Ji ber ku foto ji nav 600 fotoyên rojnamevanên herêmên cida cida hatiye hilbijartin hêjayî baldariyê ye. Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê û Weqfa Conrad Adenauer Stiftungî, 20 sal in li Tirkiyeyê vê pêşbirkê pêk tîne û her sal bi hezaran rojnamevanên herêmî beşdarî vê pêşbirkê dibin. Pêşbirk bi sernavê "Medyaya Herêmî ya sala 2016an" tê lidarxistin.

    Rojnamevan Ilyas Akengîn ku bi fotoyê xwe yê bi navê "Azadiya nîvco ya li Silopiyê" beşdarî vê pêşbirkê bûye, beyanek da Sputnik Kurdistanê.

    'BILA TUNDUDIJÎ JI ERDNÎGARIYA ME DÛR BIBE'

    Akengîn wiha axivî: "Li Cografyaya me mixabin gelek êş û azar hene ku xelkên me rastî van azaran tên. Ji ber şer û tundutijiyê berdêla herî mezin xelkên me didin. Dilê min nedixwest qet van êşan bibînim."

    Akengîn herwiha da zanîn, dema ku ew piştî pevçûnên sala 2016an li Silopiyê digeriya rastî dayiyeke ku tevlî zarokên xwe li wê derê bê çare ye bûye û bi dîmena ku ji nav dîwarên rûxandî kişandiye gelek êşiya ye.

    Akengîn got: "Hêvî dikim ev êş û azara li erdnîgariya me, bidawî bibe. Em jî wek miletên din ên hemû dinê di nav xweşiyê de bijîn."

    Bi heman mijarî:

    Tankên ji bo ser sînor hatin sewqkirin, gihîştin Silopiyê
    Wesayîtên zirxî gihîştin Silopiyê
    Li Silopiyê 3 wesayitên bombebarkirî hatin dîtin
    Li navçeya Silopiyê qedexeya derketina derve qismî hat rakirin
    Li silopiyê şer: 5 kuştî 2 tax jî hatin valakirin
    Serokwezîrê Tirkiyeyê Davutoglu çû Silopiyê
    22 malbat ji bo cenazeyan çûn Silopiyê
    Li Silopiyê avahiya saziyên kurdî hate şewitandin
    Li Silopiyê kale 75 salî hat kuştin
    Etîketan:
    Rojnameya Tigrisê, Cemiyeta Rojnamevanên Tirk, İlyas Akengin, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de