17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Newroza Amedê

    Malbata ciwanê ku di Newroza Amedê de hat kuştin: Ew bo Newrozê çûbû Amedê

    © Foto: © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5121

    Nasnameya ciwanê ku di dema Newroza Amedê de di benda kontrolê ji aliyê polêsan ve hate kuştin diyar bû.

    Piştî bûyerê Walitiya Amedê daxuyandi ku ciwanê hate kuştin gotiye ‘Di çentê min de bombe heye û ez ê we hemûyan bikujim' û bi kêra di destê xwe de ber bi qada Newrozê ve reviyaye. Navê ciwanê ku hate kuştin Kemal Kurkut bû ew xwendevanê Beşa Mûzîkê a Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Inonuyê bû.

    Hat ragihandin ku Kurtulê ku di deste wî de kêr hebû di benda kontrolê de bi polêsan re pevçûye û oaşê dest bi revê kiriye û polêsan wê demê bera wî dane. Li gel fermana amirê polêsan ya ‘lê nedin' dîsa jî Kurtul ji pişta xwe hat birînarkirin.

    Kurkut piştî bûyerê bi 25 deqiqeyan rakirin nexweşxaneyê û li wê derê jiyana xwe ji dest da.

    Kurkut di daxuyaniya walitiyê de wekî ‘îhtîmala ku ew xwekujê zindî be' hatibû nirxandin. Li ser vê yekê malbata Kurtul bertek da daxuyaniya Walitiyê û diyar kir ku kurê wan tenê bo beşdarî Newrozê bibe çûbû Amedê.

    Malbata Kemal Kurkut cenazeyê wî ji Saziya Tipa Dadî a Malatyayê girtin.

    Bi heman mijarî:

    Piştî Newroza Amedê bi dehan kes hatin desteserkirin
    Li Newroza Amedê êrîşa polîsan
    Etîketan:
    newroza amedê, ciwanê hate kuştin, kemal kurkut
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de