14:35 19 Îlon 2017
Zindî
    Frank-Walter Steinmeier

    Serokkomarê Almanyayê: Erdogan, hemû tiştên Tirkiyeyê ava kirine, dixe metirsiyê

    © REUTERS/ Fabrizio Bensch
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2030

    Serokkomarê Almanyayê yê nû Frank Walter Steinmeier di merasîma sûnda xwe de axivî û hişyarî da Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan.

    Steinmeier rexne li Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan girtin û teqez kir ku hindik maye ku Tirkiye hemû destkeftiyên xwe ji dest bide.

    HER TIŞTÊ HATIYE AVAKIRIN, LI BER XERABÛNÊ YE

    Serokkomarê Almanyayê yê nû wiha got: "Serokkomarê Erdogan, ev tiştên we di salên dawî de li gel kesên din ava kirine û têkiliyên xwe bi hevkaran re dixin metirsiyê. Em bi tirs li Tirkiyeyê dinerin. Tiştên di nava salan de hatine avakirin tên ruxandin.

    Herwiha Steinmeier rexne li gotinên Erdoganî jî girtin ku Almanyayê dişibîne Naziyan û wiha got: "Êdî dest ji şibandina Naziyê berdin. Têkiliyên xwe bi mirovên dixwazin bi Tirkiyeyê re hevpariyê çêkin re qut nekin."

    DENIZ YUCELÎ BERDIN

    Ji aliyê din ve, Steinmeier bertek da girtina peyamnêrê Die Weltê yê Tirkiyeyê Deniz Yucel û got: "Rêzê li dewleta hiqûq û azadiya rojnamevanan bigirin. Deniz Yucelî berdin."

    Serokkomarê Almanyayê diyar kir ku ew dê bi kêfxweşî pêşwaziyê bikin ku Tirkiye sînyalên ji bo kêmkirina rageşiyê bide.

    QEYRANA BI ALMANYAYÊ RE

    Qeyrana navbera herdû welatan bi wê dest pê kir gava ku Almanyayê di pêvajoya referandûma guhertina Destûra Bingehîn de destûr neda wezîrê Tirkiyeyê ku mîtîngan li Almanyayê çêkin û bi gotina "sepandinên serdema Naziyan" a rayedarên tirk zêde bûn. Almanya ji ber girtina peyamnerê Die Weltî bertekê dide Enqereyê.

    Şefê Saziya Îstîxbarat a Almanyayê (BND) Bruno Kahl di axaftina xwe de ragihand ku ti delîleke tine ku derbeya 15ê Tîrmehê Fethullah Gulen kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Ixbara bombeyê li wî bajarokê Almanyayê yê ku çalakiya wezîrê tirk lê betal bûbû
    Merkel: Biryarên çalakiyan li Almanyayê, di asta herîmî de tên dayîn
    Merkel: Divê koçberên destûra wan a mayînê nîne ji Almanyayê derkevin
    Wezîrê tirk li Almanyayê got: "Ev fealiyet mafê me ye"
    Almanyayê civîna wezîrê tirk betal kir
    Çavuşoglu: Dijatiya Almanyayê bo Tirkiyê sîstematîk e
    Ji Wezareta Derve ya Almanyayê daxuyaniya Tirkiyeyê
    'Tirsa pevçûna kurdan û tirkan li Almanyayê zêde dibe'
    Etîketan:
    Têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê, Deniz Yucel, Bruno Kahl, Frank Walter Steinmeier, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de