09:44 24 Îlon 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Serokwezîrê Tirkiyeyê: Di komkujiyên Mereş, Madimak, Meletiyê û Çorumê de fitne hebû

    Sputnik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 720

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim duh beşdarî civîna Sultan Nevruz Cem û Hecî Bektaşê Welî ya Navneteweyî bû û tê de behsa komkujiyên li Tirkiyeyê û bajarên kurdan yên li dijî elewî û kurdan pêk hatibûn kir.

    Roboskî
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Yildirim di axiftina xwe de bal kişand ser komkujiyên Çorum, Mereş, Meletya û Madimakê yên ku kurd û elewî tê de hatibûn kuştin û got, "Duh kesên nîfaq dixistin navbera eshabên Hezretê pêximber û bira bera bira didan, kesên li Kerbelayê Ehlîbeyt bi zalimî dikuştin, wan kesên bi fîtneyê rola sereke dilîst, dê qet ji bîra me neçin…Heman fitne li Çorum, Mereş, Meletya û Madimakê çêbû û heman hişmendiyê ew kar bi rê ve bir."

    Herwiha Yildirim wiha jî got: "Nijadperestî, neyariya biyraniyan, dijberiya îslamê şûna nirxên azadî, mafên mirovan û demokrasiyê digirin. Ji bo hesabên siyasî yên biçûk nirxên mirovahiyê yên mezin tên qurbankirin. Ev rewş ji bo mirovahiyê û ji bo siberoja cîhana rojavayî him rewşeke xembar e û him jî cihê nîgeraniyê ye."

    EV KOMKUJÎ ÇI BÛN?

    Hêjayî gotinê ye ku komkujiya Çorumê di sala 1980ê de li bajarê Çorumê yê Tirkiyeyê ji aliyê neteweperestên tirk ên sunî pêk hatibû û di encamêde 57 elewî hatibûn kuştin û bêtirî 100 kesî jî birîndar bûbûn.

    Komkujiya Mereşê di sala 1978an li bajarê kurdan ê Mereşê li dijî kurdên elewî ji aliyê Gurên Boz, tirk-îslamîst pêk hatibû û tê îdiakirin ku hêzên ewlekariya Tirkiyeyê û hêzên paramilîtarîst jî tê de beşdar bûn. Li gorî daneyên NTVyê 105 kes hatine kuştin û 176 jî birîndar bûne.

    Komkujiya Madimakê, di 2ê Temûzê 1993an de ji aliyê tirkên sunî yên nijadperest êrîşî rewşenbîrên elewî yên li oteleke Sêwasê civiyabûn û di encamê de bêtirî 30 kesî hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Terorîstan komkujî pêk anî
    Li Babê komkujî: DAIŞê 20 kurd kuştin û 21 jî birîndar kirin
    Mufetişên NY: DAIŞê komkujî li êzidayan kir
    Li Cerablusê komkujî: 36 welatiyên sivîl hatin kuştin
    Cîhadîstan li gundê elewiyan komkujî pêk anî
    Komkujî: Bi dehan welatiyên kurd hatin qetilkirin
    Etîketan:
    Binali Yildirim, Madimak, Çorum, Sêwas, Meletî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de