20:08 22 Îlon 2017
Zindî
    Binçavkirin-desteserkirin

    11 dolarên di bêrîka ciwanên kurd de, bûn delîlên endamtiya rêxistinê

    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4201

    Di medyaya tirk de nûçeyeke balkeş hat weşandin ku li gorî wê nûçeyê 11 dolarên ji bêrîka ciwanên ku bi îhtimaleke mezin kurd in, derketin wek delîlên endamtiya rêxistina neyaseyî ya FETOyê hatin nîşan dayîn.

    Li gorî çapemeniya Tirk li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Nazilliyê Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Aydinê bi navenda Aydinê di çarçoveya lêpirsîna li dijî PKK/KCKê û YDG-Hê de di 20ê Adarê de li Stenbol, Şirnex, Mugla, Mûş û Mêrsînê operasyon li dar xistin û bi ser gelek malan de girtin. Di encama wan operasyon û serdegirtinan de herî kêm 16 kes hatin desteserkirin.

    Hat îdiakirin ku di lêgerîna wan malan de 11 heb yek dolar hatine dîtin û her wiha pirtûkên Fethullah Gulen, dekonteke ayidê Bank Asyaya FETOyê, 2 makîneyên wênegirtinê, demanceyek, 163 fîşek, 4 kompîtur, 14 telefonên bêrîkê û alên ayidê PKK û KCKê hatine dîtin û li ser van îdiayan ew kesên hatin desteserkirin bi endamtiya FETOyî hatin tawanbarkirin.

    Bi heman mijarî:

    Piştî Newroza Amedê bi dehan kes hatin desteserkirin
    Dilan Dirayet Taşdemir li Agiriyê hat desteserkirin
    Wezareta Tirk: Di operasyonên Newrozê de 999 kes hatin desteserkirin
    Li Şirnexê 40 kes hatin desteserkirin
    Parlamenterên HDPê Ozturk û Adiyaman hatin desteserkirin
    Etîketan:
    desteserkirin, dolar, Serdozgeriya Komarê ya Nazilliyê, FETO, PKK/KCK, Nazilli, Aydin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de