03:02 23 Îlon 2017
Zindî
    Dadgeh

    Ji ber êrişa Gara Enqereyê derbarê midûrê berê yê ewlekariyê de lêpirsînek pêşî dê bêkirin

    © Sputnik/ Maksim Bogodvid
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Dadgehê derbarê êrişa ku di 10ê Cotmeha 2015an de li gara Enqereyê hate kirin de biryarek da û wê di çarçoveya biryarê de derbarê Midûrê berê yê Ewlekariyê ê Enqereyê Kadri Kartal de lêpirsênek bê kirin.

    Di êrişa xwekujî a li Gara Enqereyê de di 10ê Cotmeha sala 2015an de ji aliyê DAIŞê ve hate kirin de 101 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê hatibû îdiakirin ku di bûyerê de îhmala hin xebatkarên raya giştî hene û ew îhmal ji aliyê mufetişan ve hatibû raporkirin. Lê li gel vê yekê bi biryara walî û dozgeriyê ti doz nehatibûn vekirin.  

    Têkildarî îdiayên îhmalê, li ser giliyê Yekitiya Odeyên Mîmar û Muhendisan (TMMOB) a li Walîtiya Enqereyê biryar hate dayîn ku giliyê ku hatiye kirin ‘têxin' meriyete.

    Li gorî agahiyên li ser rojnameya Cumhuriyetê, tevî îdia û îfadeyên nû ên muşterekan, hatiye xwestin ku derbarê hin xebatkarên rayedaran de lêpirsîna pêşî bê kirin. Herwiha dadgehê li ser îdiayan biryar da ku ‘piştî sererastkirin rapora pêşî divê biryara vekirina lêpirsînê bê dayîn an nede dayîn.' Herwiha di çarçoveya vê biryarê de wê derbarê Midûrê berê yê Ewlekariyê ê Enqereyê Kadri Kartal de lêpirsênek pêşî bê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Doza pêşîn a Teqîna Gara Enqereyê di 7ê Mijdarê de ye
    Ji bo êrîşkarên Gara Enqereyê 11.750 sal ceza hate xwestin
    Etîketan:
    êrişa enqereyê, enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de