21:43 25 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Ji Erdogan bo Merkel bersiva Deniz Yucel: Ma we PKKeyî teslîm kirin?

    © REUTERS/ asin Bulbul/Presidential Palace
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3833

    Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan di bersivdayîna Merkel de got: "Serokwezîra Almanyayê daxwaza berdana Deniz Yucel dike, ma we PKKeyiyên di destê xwe de teslîmî me kirin?

    Martin Schulz
    © AFP 2017/ Emmanuel Dunand
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di bersivdayîna Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel de got: "Serokwezîra Almanyayê daxwaza berdana Deniz Yucel dike, me dosya 4 hezar û 500 PKKeyî da we, we tu kes teslîmî me ne kir. Derbarê wê mijarê de dê dadgeh biryarê bide, li cem me dadgeh serbixwe ye."

    Erdogan li Beştepeyê di axaftina xwe ya endamên Komeleya Weşanvanên Anadoluyê de got: "Di plana beşerî de me xwe li ber tu kesî netewandiye heta niha. Dewletên rojavayî me bi girtina rojnamevanan sûcdar dikin. Dema em ji wan re dibêjin ka lîsteya rojnamevanan bidin me di nava wan de ji qatilan hetanî şêlanker û destdirêjiyên zarokan jî hene. Listeya 149 rojnamevanan anîn, 144 ji wan ji doza terorê girtî ne. Êdî ji vir û pê ve yên ku bi maskêyan derkeve pêşberî me wê rastî muameleya eşqiyayan were."

    ‘EM DESTÛRA ROJNAMEVANÊN SÎXUR NADIN'

    Serokomarê tirk di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em ê tekoşîna xwe ya li hemberî kesên ku giliyê welatê xwe li cem hinek hêzan bike hetanî dawî bidomînin. Em destûrê nadin kesên ku di binê navê çapameniyê de sîxuriyê ji hinek saziyên îstîxbaratî re bike. Mêrik hatiye û mehekê li Konsolxaneya Almanyayê bûye mêvan."

    Bi heman mijarî:

    Belçîka derbarê wezîra kurd de daxuyaniyek da: Em ê nehêlin ku Erdogan me bitirsîne
    Parlamentera tirk: Bila Erdogan lêborînê ji Merkel bixwaze
    Schulz: Gotinên Erdogan 'bêedebî' ne
    Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan: Em ê îdamê bînin
    Ji Erdogan bo Almanya û Hollanda: Hûn xwelî ser in
    Etîketan:
    Serokwezîra Almanyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Deniz Yucel, Angela Merkel, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de