08:08 24 Îlon 2017
Zindî
    Fethullah Gulen

    ‘Amerîkayê qelpaxê dosyeya Gulen jî venekiriye'

    © REUTERS/ CHARLES MOSTOLLER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1311

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku Wezareta Dadê ya Amerîkayê qelpaxê dosyeya Gulen jî venekiriye.

    Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku Wezareta Dadê ya Amerîkayê qelpaxê dosyeya Gulen jî venekiriye û ji ekîba Serokê Amerîkayê Donald Trump yekî ji siyastmedarekî tirk re gotiye ‘ hûn bawer dikin ku îmamek tiştekî wiha bike'.

    Nivîskarê Hurriyetê di gotara xwe de got: "Dema Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Trump re axivî îadeya Gulen anîbû rojevê û Trump jî ji bo lêkolînkirina mijarê soz dabû. Duhî jî Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag bi hemkarê xwe yê amerîkî Jeff Sessions re bi rêya telefonê axivî. Bosdag berê ji bo îadekirinê nameyek jî ji hemkarê xwe yê amerîkî re nivîsandibû û daxwaza girtina wî kiribû."

    ‘HÛN BAWER DIKIN ÎMAMEK TIŞTEKÎ WIHA BIKE'

    Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Heta niha ji bo îadekirina Gulen gelek caran bi rayedarên amerîkî hevdîtin hatin kirin. Ez ji nivîsandinê û bawer dikim hûn jî ji xwendina vê mijarê aciz bûn. Digel hemû van serdanan çi bû? Duhî derket holê ku hê jî dosyeya îadekirinê ya Gulen neçûye dadgehê û hê qeşpaxê wê jî nehatiye vekirin. Siyasetmedarekî me ji kesekî ekîba Trump daxwaza îadekirina Gulen dike. Amerîkî ji siyasetmedarê me dipirse gelo hûn bawer dikin ku îmamek tiştekî wiha kiribe' ê me bersiv dide ‘belê ez bawer dikim parlamentoya ku ez lê dimînim hatibû bombekirin'.

    Bi heman mijarî:

    Yaşar Yakiş: AKPeyî ji bo kariyerê xwe nêzî Gulen dikirin
    Îstîxbarata alman: "Tu delîleke ku Gulen 15ê Tîrmehê kiriye tuneye
    Bozdag: "Gulen li Kanadayê çiftlikek stand"
    Bozdag: "Ji bo îadeya Gulen em li benda pêşveçûnên nû ne."
    Îstîxbarata alman: "13 îmamê DITIBê hevalbendên Gulen îxbar dikirin"
    Etîketan:
    Mijara îadekirina Gulen, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, Serokê Amerîkayê, FETO, Jeff Sessions, Bekir Bozdag, Donald Trump, Fethullah Gulen, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de