12:13 26 Îlon 2017
Zindî
    Navenda Giştî ya HDPê

    Êrişkar li şûna avahiya HDPê kargeha deqker gulebaran kir

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3502

    Li bajarê Denizliyê êrişkarekî kargeheke deqker gulebatan kir. Hat ragihandin ku êrişkar li şûna avahiya HDPê kargeha deqker gulebaran kiriye.

    Bûyer şevê din seet li derdora 19.00an li nêzîkî Parka Candogan a navçeya Merkezefendi ya Denizliyê pek hat. Li gorî zanyariyên berdest, êrişkarê nasname nediyar kargeha deqker a li ser cadeya Gaziyê ku berê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû gulebaran kir.

    Hat ragihandin ku dema êrişkar gulebaran kir sloxana ‘ev welat ne bêxwediyê' got û xwe ji cihê bûyerê winda kir. Di êrişê de tabelaya kargeha deqker îsabet wergirt.

    Piştî bûyerê li ser îxbara welatiyan hêzên ewlehî sewkî herêmê hatin kirin. Polêsan li cihê bûyerê lêkolîn kirin û ji bo desteserkirina êrişkar lêkolîn dane destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Baydemîr: Darbeya li dijî HDP ji aliyê hersê partiyên meclîsê ve pêk hat
    HDP bi 6 zimanan dê bibêje “Na”
    HDP, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirk gilî kir
    HDP: Li Tirkiyeyê hewldanek ji bo qirkirina çand û ziman heye
    HDP bo Demirtaş û Yuksekdag wê serî li DMMEyê bide
    Etîketan:
    Li Denizliyê kargeha deqker hate gulebarankirin, HDP, Denizli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de