01:25 26 Îlon 2017
Zindî
    Êrîşa Berlînê ya ser bazara Noelê bi Qemyoneke Barhilgir, 20 Berfanbar 2016

    Li Stenbolê 2 kes ji êrîşa Berlînê hatin girtin

    © REUTERS/ Hannibal Hanschke
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 710

    2 kesên ku bi tohmeta êrîşa Berlînê ya Bazara Noelê li Stenbolê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

    Li paytexta Almanya Berlînê 19ê Berfanbarê bi TIRekê êrîşek li ser bazara Noelê hatibû kirin ku di encamê de 12 kesan can dabû, 48 kes jî birîndar bûbûn.

    Du kesên bi navê Bîlal Yûsûf Mahmûd û Yûsûf Dervîş bi tohmeta wê êrîşê li Stenbolê hatibûn binçavkirin ku dadgehê biryara girtina wan da.

    GUMANBARAN RED KIR KU EW DAIŞÎ NE

    Gumanbar Bilal Yusuf Mahmud di derbirina xwe ya dadgehê de red kir ku ew endamê DAIŞê ye û xwest were berdan. Gumanbarê din Yusuf Derviş îdia kir ku ew ne endamê DAIŞê ye ti kesî ji rêxistinê nas nake.

    Dadweriya Dadgeha Stenbolê biryar stand ku her du gumanbar bi hinceta ‘endambûna rêxistina çekdar' werin girtin.

    Di biryara dadgehê de hat gotin ku îhtimal heye ew kes şervanên biyanî bin û herin li Sûriyê şer bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îsraîl: Me ji bo operasyonên Sûriyê Pûtîn agahdar kiriye
    Xirîstiyan û Suryanên Herêma Kurdistanê tevî Kurdan Newroz pîroz kir
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê îstîfa kir
    CENTCOMê peyamên Newrozê yên YPGyîyan weşand
    Tirkiyeyê bangî meslehetguzarê alman kir
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de