23:14 23 Adar 2017
Zindî
    Dîmen-Newroz-Amedê -

    Parêzgariya Amedê: Me got qey ew xwekuj e

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10720

    Hat ragihandin ku polîsan li Newroza Amedê gule bera kesekî daye û di encamê de birîndar bûye. Tê gotin ku wî kesî jiyana xwe ji dest daye.

    Hat ragihandin ku berî pîrozbahiyên Newrozê dest pê bikin kesekî xwestiy bi kêrê derbasî qadê bibe û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyteyê ketine pey wî. Piştî wê gule bera wî dane û polîsan ew birîndar kiribû. Kesê birîndar hatibû rakirin bo nexweşxaneyê.

    ​Li gorî agahiyên dawî, tê gotin ku keseê birîndar jiyana ji destê xwe da.

    ​Welatiyên Amedê danê sibehê dest pê kir biçin qada Newrozê ya li navçeya Baglarê. Bergiriyên ewlekariyê gelekî hatine zêdekirin û li 5 xalên cuda lêgerîn pêl hat. 5 hezar polîs ji bo pîrozbahiya Newrozê hatine peywirdarkirin.

    PARÊZGARIYA AMEDÊ DAXUYANIYEK WEŞAND

    Ji aliyê din ve, Parêzgariya Amedê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de got ku kesekî çente li pişta wî hewl daye derbasî qada mîtîngê bibe lê nehiştiye polîs lê bigere û dûre gotiye, 'bombe heye û ez we hemîuyan bikujim' ku bi kêrê êrîşî polîsan kiriye û dûre ber bi qada çalakiyê(Newrozê) ve bazdaye.

    Li gorî daxuyaniyê, polîsan ihtimala ku kesê navborî xwekuj be û bombe pê re be nirxandiye lewra wan ew kuştiye û wiha dewam kir: "Kesê birîndarbûyî hat rakirin bo nexweşxaneyê lê li gel hemû destwerdanan jî nehat xelaskirin".

    Bi heman mijarî:

    Dadgehê Eutelsat ji bo Med Nûçe û Newroz TV mehkûm kir
    Med Nûçe û Newroz TV careke din dest bi weşanê dikin
    Weşana Newroz TVyê hat rawestandin
    Eutelsal piştî wesana Med Nûçeyê, ya Newroz TVyê jî qut dike
    Li Qendîlê Newroz bi çoşek mezin hate pîrozkirin
    Di maça Torino FC-Juventus de pankarta 'Newroz pîroz be' hat vekirin
    Etîketan:
    polîs, Newroz, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de