12:43 20 Mijdar 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Bila lîsteya parlamenterên ku ByLock bi kar anîne were eşkerekirin

    © REUTERS/ UMIT BEKTAS
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 821

    Serokê CHPê yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu daxwaz kir ku bila lingê siyasî yên FETO/PDYê û lîsteya parlamenterên ku ByLock bi kar anîne were eşkerekirin.

    Serokê CHPê yê Giştî Kemal Kiliçdaroglu berî serdana bajarê Orduyê hevpeyvînek da rojnameya Sozcuyê û got: "Bila lingê siyasî yên Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY) û lîsteya parlamenterên ku ByLock bi kar anîne were eşkerekirin. Gelo hê jî bandora Fethullah Gulen liser van heye?"

    ‘VEŞARTINA ENDAMÊN RÊXISTINÊ JÎ SÛC E'

    Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku lingê siyasî yê FETO derkeve holê divê lîsteya parlamenterên ku ByLock bi kar anîne were eşkerekirin. Ji yawerê serokomar hetanî rektorê zanîngehê kê ev tayîn kirin? Çend parlamenterên ku ByLock bi kar anîne hene? Ev lîste di destê desthilatê de ye û divê eşkere bikin. Di biryarên tayînkirinê de îmzeya kê hebe ew lingê siyasî ye… Gelo hê jî bandora Gulen li ser van heye? Veşartina endamên rêxistinê jî sûc e. Ji bo ku mîralayên FETOyî din ava leşkeriyê de bilind bikin kê teqawûtbûyîna zû pêşniyar kir? Yên ku li parlamentoyê ji bo vê deng bi kar anîn lingên siyasî ne. Kê pere transferî rêxistina Gulen kirin û destûra vêkirina wan da?"

    Bi heman mijarî:

    Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: ji bo ku reklama min dike spasiya wî dikim
    Kiliçdaroglu bangî hikûmetê kir: ‘Têkiliyên bi Holandayê re rawestînin'
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Tu ji Îdamê re heyî yan na?
    Kiliçdaroglu îdia dike ku wê di adarê de li Qendîlê ala tirk bê çikandin
    Kiliçdaroglu: "Di nava AKP û MHPê de fîreyêk cidî heye"
    Etîketan:
    Lîsteya parlamenterên ku ByLock bi kar anîn, Serokê CHPê yê Giştî, Kemal Kiliçdaroglu, Ordu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de