01:32 31 Adar 2017
Zindî
    Newroz

    Li Amedê di serdema Rewşa Awarte de yekemîn pîrozbahiya Newrozê

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4740

    Amadehiyên Newrozê yên îsal ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) organîze dike wê li Amed û 21 bajar û navçeyan were pîrozkirin.

    Gelê Amedê piştî 2002an di Rewşa Awarte de wê bibe yekemîn car ku Newrozê pîroz dike. Li 33 herêman amadehiyên pîrozbahiyê hatibûn kirin, lê waliyan ji xeyrî pîrozbahiyên 21ê Adarê destûr neda û li 12 herêman pîrozbahî hatin betalkirin.

    NEWROZ HERÎ ZÊDE DI SALA 2013 Û 2014AN DE BI GIRSEYÎ HAT PÎROZKIRIN

    Newroza 2016an a Amedê di binê bayê operasyonên ewlehî û qedexeyên derketina derve de hatibû pîrozkirin. Êrişên mitînga HDPê, Pirsûs û Gara Enqereyê xelk ji meydanan dûr xistin û bi tirsa ku wê êrişên bombeyî din bibin, xelk kêm beşdarî Newroza 2016an a Amedê bibûn. Herwiha şer û pevçûnan jî bandor li tevlîbûna Newrozê kiribû.

    Di Newroza 2013 û 2014an de nameyên Abdullah Ocalan hatibûn xwendin û Newroz bi awayekî girseyî û bi coş hatibû pîrozkirin. Di salên 1990î de di şertên Rewşa Awarte de Newroz bêdestûr hatibûn pîrozkirin, lê Newroza 2017an ya pêşî ye ku di Rewşa Awarte de bi destûrî dê were pîrozkirin.

    Newroz
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    BI TEVLIBÛNA SEDHAZARAN TÊ PÎROZKIRIN

    Bi sedhazaran însanên herêmê ku di nava wan de siyasetmedar, hûnermend, şagirt, jin, zarok û hemû beşên civakê hene tevlî pîrozbahiyên Newroza Amedê dibin.

    Tê pêşnîkirin ku di pîrozbahiya Newroza Amedê de Berdevkê HDPê Osman Baydemir û Serokê Şaredariya Bajarê Mêzin ê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk axaftinekê pêşkêş bikin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Newroza Stenbolê destûr hat dayîn
    Ebadî bi nameyekê Newroza Barzanî pîroz kir
    Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê bernameya nû eşkere kir
    'Newroza 2017an dê bibe xwedîderketina rihê Newroza 2013an'
    Bernameya Newroza li Amedê diyar bû
    Etîketan:
    Pîrozbahiyên Newroza Amedê, Serokê Şaredariya Bajarê Mêzin ê Mêrdînê yê berê, Berdevkê HDPê, Ahmet Turk, Osman Baydemir, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de