13:10 24 Adar 2017
Zindî
    Tayfun Talipoglu

    Rojnamevan Tayfun Talipoglu jiyana xwe ji dest da

    © Foto: Twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4203

    Rojnamevanê tirk ê navdar Tayfun Talipoglu di 55 saliya xwe de li Îzmîrê li Nnexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî zanyariyên berdest, Talipoglu li mala xwe ya taxa Guzelyaliya Konak a Îzmîrê ji nişkê ve aciz bû û malbatê bangî ambulansê kir.

    Ekîbên tendirustî Talipoglu rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Ataturk a Zanîngeha Katip Çelebi ya Îzmîrê, lê digel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.

    Tayfun Talipoglu di sala 1962an de li bajarê Qersê hatibû dinyayê û ji Beşa Rêvebiriya Gelemperî ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qedand. Talipoglu bi nûçegihaniyê dest bi rojnamevaniyê kir û ji sala 1995an pê ve bi navê ‘Bamteli' dest bi bernameyeke televîzonê kir. Talipoglu ji xeyrî quncik nivîsînê pirtukê ku nivîsandî û albûmên wî yên helbest û strana jî heye.

    Bi heman mijarî:

    Di balafira ketî de ti kesî jiyana xwe ji dest neda
    Li Mûsilê di nava 48 seetên dawî de 40 kesî jiyana xwe ji dest da
    Li Licê pevçûn: 3 endamên PKKê û 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan
    Li Perûyê ji ber lehiyê 67 kesan jiyana xwe ji dest dan
    YPG: Fermandarekî me li Reqqayê jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Rojnamevanê navdar Tayfun Talipoglu jiyana xwe ji dest da, Tayfun Talipoglu, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de