06:01 25 Gulan 2017
Zindî
    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê û Berdevkê Hikumeta Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş

    Kurtulmuş: Rûsya û Amerîka biryara xwe ji ve binirxînin

    © Foto: Twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4911

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş li ser îdiayên ji aliyê Rûsyayê ve îmzekirina peymanekê ji bo avakirina baregeha leşkerî bi YPGê re daxuyanî da.

    Berdevkê Hikûmetê û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş, piştî civîna Desteya Wezîran derbarê îdiayên peymana Rûsyayê bi YPGê re û operasyona Reqqayê wiha axivî:

    "Em ji aliyên pêwendîdar re her tim dibêjin ku em ti carî qebûl nakin li bakurê Sûriyê dewleteke terorê were damezirandin. Rûsya jî Amerîka jî wê yekê dizanin. Hêmaneke girîng a siyaseta Tirkiyê li herêmê ev e. Dê Amerîka jî Rûsya jî bi taybetî biryara xwe ya Minbicê û operasyona Reqqayê ji nû ve binirxînin."

    Kurtulmuş da xuyakirin: "Eger PYD tê de nebe, Tirkiye amade ye ku di pêvajoya paqijkirin û rizgarkirina herêmê ji DAIŞê de, bi awayekî çalak cih bigire."

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî konferansa UNESCOyê bû
    Rûsya û Tirkiye wê şêwrê di mijara têkoşîna li dijî terorê de bikin
    Li Bexdayê êriş: Herî kêm 23 mirî
    Parlamentarên Rûsî û Ewropî bi Esad re li ser avakirina komîyona destûrê axivîn
    Rûsya: Plana me ya avakirina baregeheke leşkerî li Efrînê tine ye
    Li Rûsyayê bi wesayîtan korlîng hat lîstin
    Barzanî: Ji bo çareserkirina kêşeyan divê hemû alî bibin yekdeng
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de