03:39 15 Kanûn 2017
Zindî
    Genim

    Îthalatvanên Tirk piştrast kir ku Enqere ji Rûsyayê genim nakire

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 65

    Îthalatvanên Tirk piştrast kir ku genim jî di navde, Enqere kirîna berhemên cotkariyê ji Rûsyayê rawestandiye.

    Rayedarekî ji Nûnertiya Bazirganî ya Rûsya yê li Enqereyê ji bo Sputnikê axivî û got, "Îthalatvanên Tirk piştrast dikin ku Tirkiye kirîna genim, garis û rûnê berberoj a ji Rûsyayê hatiye rawestandin."

    Rojnameya Kommersantê hefteya borî nivisîbû ku Tirkiye Tirkiyeyê belgeya destûrê ya îthalata bêbac ya genim, garis û rûnê berberojê ji Rûsyayê daye rawestandin.

    Di nûçeya Kommersantê de hatibû diyarkirin ku Tirkiyeyê ji bo îthalata genim, garis û rûnê berberojê ya ji Rûsyayê bi rêjeya ji sedî 130 bac daniye û hatibû destnîşankirin ku ev gav, bi awayekî fiîlî tê wateya qedexekirina îthalata van berheman ji Rûsyayê.

    Wezareta Aborî ya Tirk jî qedexekirina kirîna berhemên cotkariyê ji Rûsyayê piştrast nekiribû.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Ekonomiyê a Tirkiyeyê, nûçeya derbarê îxracata genim derewand
    Peskov: Kêmkirina kirîna genim a Tirkiye ji Rûsyayê wê bandorê li têkiliyan neke
    FT: "Dibe Rûsya bibe îxracvanê genim ê herî mezin"
    Etîketan:
    îthalat, rawestandin, berberoj, garis, genim, Sputnik, Nûnertiya Bazirganî ya Rûsya yê li Enqereyê, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de