17:11 22 Hezîran 2017
Zindî
    sezgin tanrikulu

    Parlementerê CHPê Tanrikulu: Gelo lêpirsîna mirina zarokên li girtîgehan kirin?

    © Foto: Twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 510

    Parlementerê CHPê ê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, mijara mirina zarokên li girtîgehan anî rojevê û xwest ku lêpirsîna vê yekê bê kirin.

    Tanrikulu, amaje kir ku di nava 6 mehan de hejmara zarokên ku li girtîgehan jiyana xwe ji dest da, derketiye 5an û pirsa "gelo lêpirsîna dadî û îdarî a derbarê xwekuştina zarokan li girtîgehan çawa encam da?" li Wezîrê DADê Bekir Bozdag re kir.

    Tanrikulu ê ku diyar kir ku ji sala 2009an heta niha 15 zarokî li girtîgehan jiyana xwe ji dest daye û ji Bozdag re xwest ku ew rewşa zarokan a li girtîgehan eşkere bike û wiha pê de çû: "Ji sala 2011an û heya 17ê Adara 2017an li girtîgehên li seranserê Tirkiyeyê çend zarok hewl dan ku xwe bikujin, çend zarok xwe birîndar kirin, ji bo astengkirina întixara zarokan ti planek heye an na, lêpirsînên dadî û îdarî ên derbarê zarokên ku xwekuştine de hatine meşandin encamên çawa dan?"

    Bi heman mijarî:

    Sezgin Tanrikulu: Mexdûriyeta kurdan li gorî niha dê 2 qat zêdetir be
    Sezgin Tanrikulu serdana Demirtaş kir
    Li Demirtaş, Baluken û Tanrikulu doza Hurşît Kulter hat vekirin
    Sezgin Tanrikulu: Kuştina Tahir Elçî pilankirî bû
    Etîketan:
    zarokên li girtîgehan, xwekuştin, sezgin tanrikulu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de