12:42 20 Mijdar 2017
Zindî
    Şaxa MAZLUM-DER a Amedê

    MAZLUM-DERê 16 şaxên xwe ji ber ‘Mijara kurd' girtin

    © Foto: twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 12131

    Komeleya Piştgiriyê ya ji bo Mafên Mirovan û Mazlûman MAZLUM-DERê, ku di mijara binpêkirina mafên mirovan pirsgirêka kurd de bi baldarî rapor amade dikirin, ji ber 'Mijara kurd' 16 Şaxên xwe yên li bajarên kurdan girtin.

    Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin pirsgirêka di nava MAZLUM-DERê de, ji sala borî ve rû da ye û di mijara pirsgirêka kurd de nêrinên cûda derketine navê. Şaxên MAZLUM-DERê yên li Rojavayê Tirkiyêyê, ji bo kombûna Civîna Giştî ya Awarte, ji 192 delegeyan îmze kom kirin. Hinek şaxan li hemberî vê hewldanê îtiraz jî kirin. Aliyek xwest ku bi ji bo kombuna kongreyê hejmara delegeyan esas bê girtin, aliye di jî xwest ku hejmara endaman bê esasgirtin.

    BERIYA KU ITIRAZ BI ENCAM BIBE BIRYARA KONGRÊ HAT GIRTIN

    Piştî nîqaşan mijar çû dadgehê. Her çend dadgehê di serî de got li gorî qaideyên komeleyê divê hejmara endama bê esasgirtin jî, lê dosyeyê şand pisporan û pisporan di rapora ku amadekirin de gotin divê hejmara delegeyan bê esasgirtin. Piştî vê raporê dadgehê biryara esasgirtina delegeyan da. Piştî biryarê qeyûm hat tayînkirin. Li ser vê yekê hinek şaxan îtiraz kir, lê berîya encama îtirazê biryara kongreya awarte hat girtin.

    16 ŞAXÊN MAZLUMDERÊ HATIN GIRTIN'

    Rêveberîya MAZLUM-DERê û gelek şaxan berîya kongreya duh daxuyanî da û kongre protesto kirin. Di encama kongreyê de li şûna Serokê Giştî yê niha Ahmet Faruk Unsal, Ramazan Beyhan hat hilbijartin. Di kongreyê de biryara girtina şaxên ku kongre protesto kirin hat dayîn. Her wiha ji 24 şaxên MAZLUM-DERê 16 şax hatin girtin. Ji van şaxan 12 jê yên bajarên kurdane.

    ‘RAPORÊN KU ME AMADE KIR HER DU ALIYAN ACIZ KIRIN'

    Rêvebirê Şaxa MAZLUM-DERê yê Amedê Reha Ruhavioglu diyar kir ku berîya îtiraz bi encam bibe biryara kongreye hatiye dayîn. Ruhavioglu anî ziman ku heger encama îtirazê erenî be biryarên kongreyê nakeve meriyete. Ruhavioglu wiha axivî: "Berîya şer dest pê bike civakê nirxên ji desthilatdariyê dûr dikir. Dema şer dest pê kir di nava civakê de dubendî çêbû. Di vê demê de raporên ku me amade kir herdû alîyan aciz kirin. PKK li dijî rapora Cizirê derket, li rapora Farqinê jî Serokkomar tilî hejand. Piştî vê di nava me de jî îtiraz bilind bûn. Me got werin em bi hev re raporan amade bikin, nehatin û tu kes beşdarî civînan nebûn. Raporên ku me li ser mijara pirsgirêka kurd amade kir weke hikûmetê van hevalan jî aciz kir."


    ‘TEKOŞÎNA MAFÊ MIROVA XELAS NABE'

    Ruhavîoglu wiha berdewam kir: "Qada tekoşîna mafên mirova Kurdistan e. Li vir 12 şaxên me hatin girtin. Em di serî de li ser mijara kurd û zimanê mafên mirovan lihev nakin. Em ji vê re dibêjin prensîba jihevcûdabûnê. Di nava van şaxan de Sakarya Kocaeli û Izmîr jî hene. Tekoşîna mafên mirovan bi MAZLUM-DERê dest pê nekir û bi wê jî xilas nabe. Weke şaxên heremê emê di nava xwe de bişêwirin û li pêvajoya hiqûqê bişopînin. Emê li mijara ‘Em ji bo mafên mirova tekoşînek çawa bidin meşandin' binerin."

     

    Bi heman mijarî:

    MAZLUMDER: Tirkiya mafên zarokan binpê dike û tecawizkaran xelat dike
    MAZLUMDER: Li Farqînê sivîl hedef hatin girtin
    MAZLUMDER: ‘Em miameleya ne mirovane ya li Hacî Birlik lanet dikin!'
    Etîketan:
    Mazlum-der, Bajarên Kurdan, tirkiye, Amedê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de