09:11 28 Nîsan 2017
Zindî
    Recep Tayyîp Erdogan

    Serokkomarê Tirkiyeyê: Wek pêgogê, siyaset lîstikeke tîman e

    © AFP 2017/ Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1810

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Lûtkeya Pêgogê ya Navneteweyî axivî û got, "wek werzişê, bingehê siyasetê jî reqabet e. Wek pêgogê, siyaset jî lîstikeke tîman e".

    ​Tiştên sereke ji axiftina Erdoganî:

    • Ez wiha bawer dikim ku gelek aliyên hevbeş di navbera pêgog û siyasetê de hene. Wek werzişê, bingehê siyasetê jî reqabet e. Qonaxa yekem ew e ku ji sindoqê bi awayekî serkeftî derkeve, dûre hilgirtina berpirsyariyê daku xizmeta miletî bike. Wek pêgogê, siyaset jî lîstikeke tîman e. Anku kadroyeke saxlem pêwîst e. Çawa ihtimal tine be ku tîmeke bê plan, bê taktîk bê stratejî bikare kûpayê rake, şensê serkeftinê ji partiyên siyasî û siyasetmedaran re tine eger gotineke wan tine be ku ji miletî re bibêjin.
    • Ez wek birayekî we ku ji zarokatiya xwe ve ji pêgogê hez dike, ez baş dizanim bê pêgog çi dide mirovî. Mamosteyê min ji min re got, "tu yê gogê bixwî". Ma gog tê xwarin? Li wê derê hêrs û rikberiyê vedibêje. Tu yê wiha bibî.

    "PÊGOG BERXWEDAN E"

    • Di bingehê pêgogê de, fedakariya hevbeş, ciwanmêrî, dostanî û piştgirî heye. Dîroka pêgogê tijî rewşên wiha ne ku ji beravên têkçûnê vegeriyane. Pêgog berxwedan e û qaqibokirin.
    • Me gelek stadên wiha çêkirine ku bi tiliyan tên destnîşankirin.

    EM STADA 19Ê MAYISÊ XERA DIKIN

    • Em 19ê Mayisê li Enqereyê xera dikin. Di şûna wê de stadyûmeke wiha çêdikin ku 35-40 temaşevan bikarin lê bi cih bibin. Xebatên projeyê bi dawî bûn.

    "LI GEL KU MAFÊ ME BÛ JÎ, OLIMPIYAT NEDAN ME"

    • Olimpiyata mafê bû lê nedan me. Ez bûm şahidên wan ek û dolaban. Ez dizanim lê ez ê venebêjim.
    • Di şûna nîqaşkirina guhertina Destûra Bingehîn, derewên wiha dikin ku  serê miletî tev li hev dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan: Em ê îdamê bînin
    Ji Erdogan bo Almanya û Hollanda: Hûn xwelî ser in
    Rojnamevan Gultekin: Ev sîstem ji bo Erdogan davik e
    Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: ji bo ku reklama min dike spasiya wî dikim
    'Erdogan piştî referandûmê bi Trump re dicive'
    ‘Erdogan û Yildirim di nava du mehan de 459 milyon ji budçeya rûpişt serf kirin'
    Li Almanyayê qedexeyeke din bo Erdogan: Em destûra mîtinga hilbijartinê nadin
    Pisporê alman: Ewropa ji Pûtîn Erdogan û Trump bifikar in
    Etîketan:
    pêgog, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de