17:31 20 Tîrmeh 2017
Zindî
    Wezîrê Karê Derve yê berê Yaşar Yakiş

    Yaşar Yakiş: AKPeyî ji bo kariyerê xwe nêzî Gulen dikirin

    © Foto: yasaryakis.com.tr
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2621

    Avakarê AKPê û Wezîrê Derve yê berê Yaşar Yakiş di hevpeyvîna xwe de ragihand ku siyasetmedarên AKPeyî ji bo kariyerê xwe nêzî ‘Tevgera Gulen' dikirin.

    Avakarê AKPê û Wezîrê Derve yê berê dîplomat Yaşar Yakiş di hevpeyvîna xwe ya Meltem Yilmaz a rojnameya BirGunê de got: "Ez jî tevlî nêrînên Abdullatîf Şener dibim, siyasetmedarên AKPeyî ji bo kariyera xwe xwe nêzîkî ‘Tevgera Gulen' dikirin. Ji bo ku ev rêya herî bi bandor bû. Gelek hevalên me yên di qademeyên bilind ên partiyê de di dema xwe de bi Fethullah Gulen re pir semîmî, kelecan û bi hestiyar bûn. Hûn dikarin pesindayînên van hevalan li malperên înternetê jî peyde bikin."

    Yaşar Yakiş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Mentixek heye ku mirov bêje me nizanîbû ‘Tevgera Gulen' tevlî van çalakiyên ku têne gilîkirin. Heke em dîrokekê ji bo fêrbûna vê gilîkirinê bihesibînin divê ev dîrok 25ê Tebaxa 2004an be. Ji bo ku di civîna

    Lijneya Ewlehî ya Milli (MGK) ya wê demê de li dijî fealiyetên Fethullah Gulen hinek biryar hat dayîn nexşerêyek hat amadekirin. Wan jî hisab dikir ku wê di pêşerojê de li hemberî hevalbendên wan ên siyasî operasyonekê bikin, lê hetanî pişta xwe xurt nekin wê tevlî karekî wiha nebin."

    Bi heman mijarî:

    Yaşar Yakiş: Çareseriya leşkerî wê berdewam bike
    Yaşar Yakiş: ‘Artêşa Tirkiyayê bi kurdan nikare, dê çawa têkeve Sûriyayê’
    Yakiş: ‘Xeyalperest dixwazin vegerin Împaratoriya Osmanî'
    Pisporê rûsî: "Wezîfeya Aliyeva ya nû bi FETO re eleqedar e"
    10 hezar polêsên ku ji doza FETO hatibûn îxrackirin diçin leşkeriyê
    Etîketan:
    AKP, FETO, Avakarê AKPê û Wezîrê Derve yê berê, Abdullatif Şener, Yaşar Yakiş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de