23:12 23 Adar 2017
Zindî
    Umut Oran

    Umut Oranê CHPeyî: Rîska îflaskirin a Tirkiyeyê heye

    © Foto: Twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1210

    Parlamenterê berê yê CHPê Umut Oran di daxuyaniya xwe ya ji bo ekonomiye de ragihand ku heke deyn neyên zîvirandin rîska îflaskirin a Tirkiyeyê heye.

    Li gorî nûçeya OdaTVyê Umut Oran di axaftina xwe ya ji bo rewşa dawî ya Tirkiyeyê de got: "Turîzm bi teror, hewldan aderbeya leşkerî û ji ber Rewşa Awarte alarmê lêdide, doneyên sermayedarên biyanî yên rasterast û bazirganiya derve bêkarî pir zêde kir."

    Umut Oran di berdewamiya axaftin axwe de got: "Welat kete rewşeke wiha ku êdî nikare deynê xwe bizivirîne. Digel ku pêwistî bi hatina pereyên derve heye jî tiştek ji derve nayê. Bi biryarnameyên hikmî ya Rewşa Awarte bankayên gelemperî, Şeystokên Şens, Milli Piyango, Pêşbirkên Hespan û gelek saziyên din ên gelemperî li dijî mentixê dewrî Fona Hebûnê kirin."

    Oran di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heke Tirkiye deynê xwe nezivirîne rîska îflaskirinê heye. Ev krîzeke siyasî ye û wiha nayê domandin. Tirkiyeyeke baştir gengaz e û di ekonomiyê de pewistî bi rejenarasyonê heye. Ev pergal wê biguhere û ekonomî dê bibe mijara herî girîng a sereke."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Ez dipêm ku welatiyên me yên CHP û HDPyî jî bibêjin 'erê'
    Kurtulmuş: "CHP hinekî bi aqil bûye"
    Yildirim: "Xelk diçe AVMê CHP jî diçe AYMê"
    Endama Meclîsa Partiyê ya CHP Sera Kadigîl hat binçavkirin
    Ji CHP, ADD û Baroya Enqereyê banga protestoyê
    AKP, CHP, HDP û MHPê li Parlamenê êrîşa Îzmîrê şermezar kir
    Etîketan:
    Guherîna Destura Bingehîn, Parlamenterê CHPê yê berê, Umut Oran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de