11:34 23 Hezîran 2018
Dodan Ozer

Dodan Ozer bû şampiyonê pêşbirka O Ses Tirkiye 2017

© Foto : Facebook
Tirkiye
Lînkê kurt
0 42

Fînala ku pir dihat meraqkirin a pêşbirka O Ses Tirkiye 2017 şevê din pêk hat. Di pêşbirkê de Dodan Ozer bû şampiyon.

Fînala ku pir dihat meraqkirin a pêşbirka O Ses Tirkiye 2017 şevê din pêk hat. Di pêşbirka fînalê de Dodan Ozer hemû reqîbê xwe têk birin û bû şampiyonê pêşbirkê.

Stranbêj Hadise bi 3 pêşbazan, Gokhan-Hakan bi 2 pêşbazan, Sibel Can jî bi pêşbazekî derkete fînalê. Herwiha pêşbazê Murat Boz di nîvfînalê de têk çûbû. Piştî pêkhatina performansa rêya fînalê 4 kes di dengdayîna gel de mane fînalê.

Ji taximê Hadise Dodan Ozer û Taylan Bayri û ji taximê Gokhan-Hakan Keremhan Ozdemir û Resul Aydemir mana fînalê heq kirin. Her 4 pêşbazan dîsa performansa xwe pêşkêş kir û di dengdayîna gel de ji taximê Hadise Dodan Ozer û ji taximê Gokhan-Hakan jî Resul Aydemir mane fînala dawî.

Bi heman mijarî:

Wezareta Derve ya Rûsyayê: Bila werzîş nebe amûra siyasetê
Werzîş xembar e: Muhammed Alî tiştekî nayê jibîrkirin afirand
DW: Wezareta Werzîşê ya Tirkiyê dest danî ser qeydên me
3 stranbêj ji ber stranên kurdî hatin desteserkirin
Etîketan:
Pêşbirka O Ses Tirkiye 2017, Resul Aydemir, Hadise, Dodan Ozer, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de