12:15 20 Mijdar 2017
Zindî
    Qedexe

    Li Hênê û Licê qedexeya derketina derve hat ragihandin

    © AP Photo/ Darko Vojinovic
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1710

    Li 10 gundên navçeyên Hênê û Licê yên Amedê beriya operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin.

    Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de ragihand ku beriya operasyona leşkerî li 10 gundên navçeya Hênê û Licê ya Amedê seet ji 20.00an pê ve hetanî fermaneke duyemîn qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

    Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê ji bo li çoltera navçeya Hênê û Licê operasyonên leşkerî pêk bînin li gundên Birlik, Şenlik, Abali, Çeper, Erginkoy û Tuzlaya Licê û li gundên Kaledibi, Akçayurt, Topçular û Yukari Turali yê Hênê hetanî fermaneke duyemîn qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

    Walîtiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku rîayetkirina qedexeyê ji bo can û malê hemwelatiyan pêwist e û dema qedexe qediya wê bi daxuyaniyeke din ragihînin.

    Bi heman mijarî:

    Walîtiya Wanê ji bo 30 rojî hemû çalakî û meş qedexe kir
    Walîtiya Amedê çalakiya 8ê Adarê qedexe kir
    Walîtiya Mêrdînê li taxekê, derketina derve qedexe kir
    Walitiya Rihayê hemû meş û xwepêşandanan qedexe kirin
    Îran qedexe danî ser welatiyên amerîkî
    Etîketan:
    Qedexeya derketina derve, Walîtiya Amedê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de