00:08 30 Adar 2017
Zindî
    Newroz

    Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê bernameya eşkere kir

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 7521

    Piştî ku duhî Walîtiya Stenbolê destûra çalakiyê da, sibê Newroz li herêmên cuda wê bi awayekî girseyî were pîrozkirin.

    Newroz
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê di daxuyaniya xwe de ragihand ku sibê li 3 herêmên cuda wê bi awayekî girseyî Newroz were pîrozkirin.

    Yek ji endamê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Maarif Alparslan di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo destûrdayîna pîrozbahiyan me serî li walîtiyê da û niha em li benda biryara wê ne ku walîtî destûrê bide. Navçeyên bajêr wê bikaribin êvarê jî Newrozê pîroz bikin.

    Pîrozbahiyên Newrozê yên li Stenbolê bi şêweyî ne:

    Herêma Yekemîn — Taxa Hamidiye ya Sultanbeyliyê û Meydana Kartalê.

    Herêma Duyemîn — Parka bajêr a Gazi ya Sultangazi û Meydana Karayollari ya Taxa Gaziosmanpaşayê.

    Herêma Sêyemîn — Meydana Metro ya Taxa Kirazliya Bagcilarê û Taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceyê.

    Bi heman mijarî:

    Dadgehê Eutelsat ji bo Med Nûçe û Newroz TV mehkûm kir
    Weşana Newroz TVyê hat rawestandin
    Eutelsal piştî wesana Med Nûçeyê, ya Newroz TVyê jî qut dike
    KJA: Emê 1ê Gulanê, bi rûhê newroz û 8ê adarê pîroz bikin!
    Newroz li Libnanê hate pîrozkirin
    Etîketan:
    Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê, Maarif Alparslan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de