09:05 17 Tebax 2017
Zindî
    leşkerên tirk-tank

    Li Licê pevçûn: 3 endamên PKKê û 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 9530

    Operasyona leşkerên tirk ên li deverên navbera Licê û Çewligê de ji roja 5e Adarê de berdewam dike. Îro danê nîvro li 2 niqteyên leşkerên tirk de, di navbera hêzên tirk û endamên PKKê de pevçûn derket. Hat ragihandin di van pevçûnan de 3 endamên PKKê û 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dane.

    Li gorî agahiyên ku ji aliyên fermî yên Tirkiye ve hatine ragihandin artêşa tirk bi 7 hezar leşkerên, bi 17 kopter û gelek seyareyên zirxî operasyonek didomîne. Li gorî agahiyan îro di navbera hêzên girêdayî PKKê û leşkerên tirk de pevçûn derketiye û di encamê de 3 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

    Di operasyona hêzên tirk de 4 tabûr leşker û hêzên ewlehiyê cih girtin. Her wiha leşkerek artêşa tirk jî birîndar bûye. Operasyonên li vê deverê hêj berdewam dikin. Rêyên çûnûhatina vê deverê ji destpêka operasyonê û vê de girtî ne. Îro berêvarkî artêşa tirk ragihand 2 leşkerên ku di van pevçûnan de birîndar bibûn jiyana xwe ji dest dane.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Divê PKK Şingalê biterikîne
    Neçîrvan Barzanî: Çawa ku Peşmerge ji Kobanî derket divê PKK jî ji Şengalê derkeve
    Fermandarê YNKyî : Bi saya serê YNKê pêşî li şerê PKK û pêşmerge hat girtin
    Girtiyên PKK û PAJKê dikevin greva birçîbûnê
    Wezareta Derve ya Amerîkayê: "Di navbera PKK û YPGê de girêdanî tuneye"
    Kocasakal: PKK û Ocalan piştgiriya 'Sîstema Serokomariyê' dikin
    Etîketan:
    Artêşa Tirk, PKK, Lice, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de